Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk ên çekên kîmyawî rêzeçalakî li dar xistin

Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê êrişên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî HPG`ê rêzeçalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.

Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk ên çekên kîmyawî rêzeçalakî li dar xistin
7 cotmeh, 2021   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên bi heybet ên Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê hatin lidarxistin.

LONDON

Li Londonê kurdistaniya çalakiyeke protestoyî li pêşiya Parlamentoya Brîtanyayê li dar xist. Beşdaran diyar kir ku dewleta Tirk sûcên şer li dijî gelê Kurd pêk tîne û divê ji ber van sûcên ku kirine, were darizandin.

Çalakvanekê piştrast kir ku Brîtanya bi dewleta Tirk re hevkar e, ji ber ku çekan difroşe dewleta Tirk ku siyasetên hovane li dijî Kurdan dimeşîne û destekê dide komên terorîst da ku êrişî gelê Kurd bikin.

STOCKHOLM Û COPENHAGEN

Bi dehan kurdistanî li paytexta Swêdê Stockholmê li pêşiya avahiya Wezareta Karûbarên Derve û avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Copenhagenê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de dosyaya ku têkildarî bikaranîna dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyawî hat xwendin û bi rêya e-mailê ji NY`yê re hat şandin. Çalakvanan bi rêya vê çalakiyê bikaranîna çekên kîmyawî û sûcên şer ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku helwestekê li hemberî Tikriyê nîşan bidin û ji ber bikaranîna çekên qedexekirî Tirkiyê derizînin.

ALMANYA

Li Almanyayê jî kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla û herêmên Kurdistanê li gelek bajarên Almanyayê xwepêşendanên hemwext li Frankfurt, Munich, Hamburg û Freiburg li dar xistin.

Kurdistaniyan bang li hikumeta Almanya û dewletên Ewropayê kir ku helwesteke cidî li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk nîşan bidin. piştgiriya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestînin. Her wiha bang li gelê Kurd û dostên wan ên ewropî û rêxisitnên mafên mirovan kir ku ji bo eşkerekirina sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd çalakiyan li dar bixin.

(şx)