Nûnerên HDP’ê serbest hatin berdan

Asayîşa Hewlêrê ku endam û Nûnerên HDP’ê binçav kiribûn, serbest berdan.

Nûnerên HDP’ê serbest hatin berdan
7 cotmeh, 2021   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Nûnertiya HDP’ê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb û Rûken Mercan îro di saetên sibehê de serdana malbata Gûngor û Gûlcan Alp kirin. Piştî demekî kurt bi bahaneya ku îxbar heye asayîşa Sefîn 1 ya Hewlêrê ser mala Alp de girt û hemûyan binçavkir.

Li gorî Nûnera HDP’ê tevî fermiyeta wan heye û seyareya wan ji aliyê asayîşê vê tê naskirin û îzaha wan jî, asayîşa Sefîn bi israr wan binçavkiriye. Ermîş dazanîn asayîş diyar kiriye wan li ser îxbarek ser malê de girtine û kesên ku îxbarkirine eşkere nekiriye.

Ermîş diyar kir ew saetek li asayîşa Sefîn 1 hatine hiştin û piştî wê derbasê Asayîşa giştî kirine û di dema binçavkirinê de dest danîne ser telefonên hevalên wan ên Nûnertiya HDP’ê.

Ermîş di dewama axaftina xwede got, tevî hemû hewldanên wan jî wan ancax di saet 14.30’an de serbest berdane û got: “Me li Asayîşa Giştî li dijî asayîşa Sefîn gilî tomar kir. Ew ji ber bê sedem me binçavkirine di dawiyê de daxwaza lêborînê ji me kirine.”

Di vê kêliyê de endamên malbata Alp û Nûnerên HDP’ê serbest hatine berdan.

Çavkanî: Rojnews