Li navçeya Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş a Rûsya-Tirkiyê pêk hat

Îro Polîsên Leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li gundewarê rojavayê Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, dewriyeyeke hevbeş pêk anî.

Li navçeya Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş a Rûsya-Tirkiyê pêk hat
7 cotmeh, 2021   08:42
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş ji 4 panzêrên Rûsya û arêtşa Tirk û 2 helîkopterên Rûsya pêk hat. Dewriyeyê ji dergehê li gundê Şêrik ê sînorî (13 km rojavayê navçeya Dirbêsiyê) dest pê kir.

Nûçegihanê me ragihand ku dewriyeya hevbeş ji gundên Şêrik û Delîk dest bi gera xwe kir û di gundên Kesra, Îbarhîmiyê, Feqîra û Eradî yên rojavayê navçeya Zirganê re geriya, piştre vegeriya nuqteya destpêkê li gundê Şêrik.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qw0I_1Jxmy0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>