​​​​​​​Asayîşa Hewlêrê nunerên HDP’ê li Hewlêrê binçav kirin-NÛ BÛ

Endamên Nûnertiya HDP’ê dema serdana malbata siyasetmedarê Kurd Gûngor Alp kir, li gel endamên malbatê 5 kes hatin binçavkirin.

​​​​​​​Asayîşa Hewlêrê nunerên HDP’ê li Hewlêrê binçav kirin-NÛ BÛ
7 cotmeh, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dema bi mêhvandarî serdana malbata siyasetmedarê Kurd Gûngor Alp kirin, li gel endamên malbatê hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê Nûnerên HDP’ê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb, endama HDP’ê Rûken Nûcan, Gûngor û Gûlcan Alp di serdegirtina malê de hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji endamekî HDP’ê girtiye, her 5 kes birine asayîşa Raperîn û lêpirsîna wan dewam dike.

Peyamnêrê me jî li gel asayîşa Giştî ya Hewlêrê peywendî girtibû û asayîş jî îddîa kiribû ku wan ti endam û nûnerên HDP’ê binçav nekirine.