Malbatên şehîdan bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir

Rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla û gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Malbatên şehîdan bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir
6 cotmeh, 2021   00:29
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca lawazkirina vîna gerîlayên azadiyê û pêkanîna planên xwe yên mêtingeriyê, çekên pêşketî û yên kîmyewî di êrişên xwe yên li dijî gerîla bi kar tîne.

Li dijî gelê Kurd gelek caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Li Helebçe di Adara 1988'an de Sedam Huseyn gaza xerdelê bikar anî û komkujiyek li dijî Kurdan pêk anî ku di encamê de zêdeyî 5 hezar kes şehîd bûn. Artêşa Tirk a dagirker di êrişa xwe ya li dijî Efrînê de li gelek gundan çekên kîmyewî bikar anîn, her wiha li gundê Şêxûrzê 3 caran hate bikaranîn.

Artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî li dijî HPG'ê bikar tîne. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, artêşa dagirker di nava bêdengiya civaka navneteweyî de 157 caran çekên kîmyewî bikar aniye.

Ji rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Ednan Şêx Mihemed bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd û HPG'ê û negirtina helwestên tund derbarê bikaranîna çekên qedexekirî de şermezar kir.

Ednan Şêx Mihemed got: "Ev ne cara yekê ye ku dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî li dijî kurdan bi kar tîne. Dewleta Tirk di êrişa li dijî Efrînê de li dijî şêniyên gundê Şêxûrzê ku qebûl nekirin ji gundê xwe derkevin çekên kîmyewî bikar anîn. "

Şêx Mihemed diyar kr ku bêdengiya navneteweyî derfetê dide dewleta Tirk ku careke din van çekan li dijî nuqteyên HPG'ê ên li Başûrê Kurdistanê de bikar bîne. Şêx Mihemed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji vê yekê berxwedana gerîla lawaz bike û planên xwe yên dagirkirina axa Kurdistanê pêk bîne.

Şêx Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji ber bikaranîna çekên qedexekirî dewleta Tirk darizînin.

Têkildarî heman mijarê, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Hisên Murad got, piştî ku hêzên dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî nuqteyên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê de têk çûn, bi armanca bicihanîna planên xwe yên dagirkeriyê çekên kîmyewî li dijî gerîla bikar anî.

Murad bi bîr xist ku dema Sadam Huseyn sala 1988'an gaza xerdelê li dijî kurdên li Helebceyê bikar anî û komkujî li dijî zêdetirî 5 hezar sivîlî pêk anî civaka navneteweyî bertek nîşan neda û wiha pê de çû:" Îro dîsa li hember sûcên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hêzên Parastina Gel û gelê Kurd bêdeng e."

Murad diyar kir ku tevî ku bikaranîna çekên qedexekirî yên navneteweyî gelê Kurd û gerîla berxwedana xwe didomînin.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Xedîce Îbo a çekên kîmyewî li dijî gerîla û gelê Kurd şermezar kir û got, civaka navneteweyî berpirsyarê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd e.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q2g6BT8D1XQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>