ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-10-2021
5 cotmeh, 2021   23:00

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê sînor ê Sêmalakiyê di roja duyemîn de didome. Şêniyên navçeya Girkê Legê wê çalakiyê dewr bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên gerîlayên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî cenazeyê zarokên xwe ji PDK'ê xwestin. Malbatên her du şehîdan got, PDK'ê ji dagirkeriya Tirk re sîxurtiyê dike û diyar kirin ku ew nahêlin ku cenazeyên zarokan wan di dest wan de bimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Amadekar a Çalakiya Konvedanê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî kiryarên PDK'ê serî hildin û got, çalakiya wan wê berdewam bike heya ku daxwazên wan werin bersivandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla û gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û yên mirovî kirin ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El-Ebdullah got, 55 hezar deriyên li dijî vîrusa Koronayê derbasî herêmê bûne û ev hejmar kêm e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî du salan ji dagiririna Serêkaniyê û Girê Spî ku dagirker û çeteyan ji bo tirsandina şêniyên herdu herêman, koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina kesên din li şûna wan, rêbazên sîstematîk bikar anîn. Muxalîfê Sûrî Fîras Qesas dibêje, dewleta Tirk li dijî kurdan asîmîlekirina çandî bi kar tîne û dixwaze Sûriyê li gorî berjewendî û çavnebariya xwe ava bike.

JIN

- Rêber Abdullah Ocalan têkildarî Efganistanê gotibû "Faktora herî zedê bandorê li guherîna Asyaya Navîn bike dê tecrubeya demokratîkbûnê ya li Efganistanê be." Jinên Efgan dibêjin em minetdarê paradîgmaya Ocalan in.

KURDISTAN

Rêveberê rêxistina Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ezher Ehmed hikumeta Iraqê û PDK'ê planeke ji bo ketina Şengalê û avakirina baregehên leşkerî danîne. Ezher bang li PDK'ê kir ku nekeve xendeqên xiyanetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Merwan Hesen bang li desthilata Başûrê Kurdistanê û YNK`ê kir ku kujerên şehîd Şukrî Serhad ceza bikin û rê li pêşiya mudaxeleyên dewleta Tirk ên di Başûrê Kurdistanê de bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA