Ezher Ehmed: Divê PDK'ê nekeve xendeqên xiyanetê

Ji rêveberên rêxistina Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ya Hesekê Ezher Ehmed got, hikumeta Iraqê û PDK'ê planeke ji bo ketina Şengalê û avakirina baregehên leşkerî li wir danîn û bang li PDK'ê kir ku nekeve xendeqên xiyanetê.

Ezher Ehmed: Divê PDK'ê nekeve xendeqên xiyanetê
6 cotmeh, 2021   03:07
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

PKD`ê ji partiyên siyasî ye ku bi awayekî eşkere bi dewleta Tirk re dixebite û bûye lîstokvanekî sereke di pêkanîna siyaseta dewleta Tirk. Her wiha ji sala 1983`an ve di êrişên  dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de alîkar e.

3'yê Tebaxa 2014'an PDK'ê dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kirin artêşa Iraq û 18 hezar çekdarên PDK'ê ji Şengalê reviyan û şênî li pêşberî komkujiyan rû bi rû hişt.

Têkildarî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê,  siyasetmedar û rêveberê Rêxistina Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ya Hesekê Ezher Ehmed got, xelkê Şengalê bi destekda HPG`ê û YPJ, YPG`ê u Şengal ji terora çeteyên DAIŞ`ê û komên tundraw rizgar kir.

 ‘DERBASBÛNA PDK YA BI HÊZA ÇEKÊ  MÎNA DERBASBÛNA ÇETEYÊN DAIŞ`Ê‘

PDK`ê ji destpêka meha Cotmehê ve amadekariyan dike ku bi hêza çekê derasî Şengalê bibe û baregehên xwe ava bike. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK`ê hewl da bi hinceta propagandaya hilbijartinan  derbasî Şengalê bibe û got, ev hewldan parçeyek ji peymana li dijî Şengalê ye.

Ehmed destnîşan kir ku têkildarî derbasbûna PDK`ê ji Şengalê re û avakirina baregehên leşkerî komployek di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de heye, divê ev pêngav bi darê zorê neyên kirin û neghêje asta komploya bi dagirker û xiyanetê re.

Ehmed destnîşan kir ku divê hikumeta Iraqê û PDK`ê spasiya YBŞ`ê bikin û itîrafê bi serkeftin û berdêlên ku gelê Şengalê û HPG`ê dan, bikin

 ‘DIVÊ PDK`Ê NEKEVE XENDEQÊN XIYANETÊ ‘

Ezher Ehmed bang li PDK`ê kir ku nekeve xendeqên xiyanetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê PDK`ê destekê bide gelê Şengalê û tevahî gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û negihêje asta xiyanetê."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vxmgJqkK75o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>