Ji çalakiya konvedanê bertekên li dijî PDK'ê

Beşdarên gotin: "Xiyaneta PDK`ê vedigere dîroka hevkariya wî bi Rûsya û Îranê re dema ku dev ji komara Mehabadê berde. Çawa Sedem Huseyn çekên kîmyewî li dijî Kurdan pêk anî û niha jî PDK'ê hevkariya dewleta Tirk li dijî gerîla dike. "

Ji çalakiya konvedanê bertekên li dijî PDK'ê
Ji çalakiya konvedanê bertekên li dijî PDK'ê
Ji çalakiya konvedanê bertekên li dijî PDK'ê
Ji çalakiya konvedanê bertekên li dijî PDK'ê
5 cotmeh, 2021   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayên ku li Xelîfanê bûn hedefa kemîna PDK'ê, eşkerkirina çarenûsa gerîlayên revandî û şermezarkirina siyasetên PDK`ê yên li dijî doza kurdî,  li dergehê Sêmalka yê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de çalakiya konvedanê li dar xist.

Malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û endamên partiyên siyasî yên kantona Cizîrê, tev li çalakiya kon bûn.

Piştî ku çalakvan gihaştin dergehê Sêmalka konê çalakiyê vedan. Di bin konên çalakiyê de wêneyên şehîd Nesrîn Temir (Tolhildan Raman), şehîd Yûsif Îbrahîm (Serdem Cûdî), wêneyên şehîdên Pêngava Bazên Zagrosê û şehîdên berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin daleqandin.

Beşdarên çalakiya nêrînên xwe bi ANHA'yê re pave kirin

Rodîn Îsa wiha axivî: "Em hatine vir da ku xiyaneta PDK`ê, planên wê yên ketina Şengalê  û hevekariya wê bi dagirkeriya Tirk re şermezar bikin. Em weke gelê Rojava ji Mesûd û Nêçîrvan Barzanî re dibêjin ku dîrok tu carî rehmê li wan nake heya ku hûn dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berdin."

Rodîn Îsa bal kişand ser berxwedana gerîla û ev tişt anî ziman: "Hêzên gerîla parastina her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Serkeftin dê ya wan be.  Mesûd Barzanî wê çi bersivê bidin malbatên şehîdên ku di encama planên wê yên qirêj de zarokên wan şehîd bûne. Sedam Hûseyn di komkujiya Helebçe de çekên kîmyewî li dijî kurdan bikar anîn. Niha jî Mesûdê Barzanî bi hevkariya bi dewleta Tirk re çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla bikar tîne." 

Hediya Hisên jî destnîşan ku ew tev çalakiya konvedanê bûne da ku li dijî kujerên zarokên xwe û kesên ku hevkariya dewleta Tirk derkevin. Hediya Hisên bang li PDK`ê kir ku helwesta xwe ji şerê ku tê kirin, eşkere bike.

Hediya Hisên di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Şerm e ku derfetê didin dewleta Tirk ku derbasî xaka Kurdistanê bibin û xêr û bêrên wê talan bikin."

Mihemed Şerîf jî kirinên PDK`ê şermezar kir û ev tişt got: "Xiyaneta PDK`ê vedigere dîroka hevkariya wan bi Rûsya û Îranê re dema ku dev ji komara Mehabadê berdan û bûn sedema ku zêdetirî 70 gerîla di nexweşxaneya Hewlêrê de şehîd bibin. Em bang li gelên Kurdistanê li her çar parçeyan dikin ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk û xiyaneta PDK`ê bisekinin. Em teqez dikin ku li pêşiya kurdan derfeteke dîrokî heye û divê sûdê jê bigirin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FiWIc-1yZF4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>