​​​​​​​Li Koyeyê ya Hewlêrê erdhej

Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê bi pileya 3.4 erdhej çêbû.

​​​​​​​Li Koyeyê ya Hewlêrê erdhej
5 cotmeh, 2021   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Hewanasî û Erdhejan a Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku îro di saet 14.36’an de li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê di kûrahiya 10 kîlometreyan de bi pileya 3.4 erdhej pêk hat.

Erdhej 34 kîlometreyan ji dûrî navçeyê pêk hatiye û tu ziyan çênebûne.

Li herêmên nêzî navçeyê erdhej hatiye hîskirin.