Komîteya Azadiya Rêbertî ya Şehbayê panelek li dar xist

Komîteya Azadiya Rêbertî  ya herêma Efrînê ji bo danasîna Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibe panelek  li dar xist.

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Şehbayê panelek li dar xist
Komîteya Azadiya Rêbertî ya Şehbayê panelek li dar xist
Komîteya Azadiya Rêbertî ya Şehbayê panelek li dar xist
Komîteya Azadiya Rêbertî ya Şehbayê panelek li dar xist
Komîteya Azadiya Rêbertî ya Şehbayê panelek li dar xist
Komîteya Azadiya Rêbertî ya Şehbayê panelek li dar xist
Komîteya Azadiya Rêbertî ya Şehbayê panelek li dar xist
5 cotmeh, 2021   14:32
ŞEHBA

Bi wesîleya nêzîkbûna salvegera 23'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku dikve 19'ê Cotmehê, Komîteya Azadiya Rêbertî ya Herêma Efrînê panelek li dar xist.

Panel bi dirûşmeya "Ocalan  bi avakirina sîstemeke demokratîk wekhev, mezintirîn komplo di dîrokê de veguherand pêngava ber bi xizmeta mirovahiyê ve " li hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê  hate lidarxistin. Li cihê panelê wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin daleqandin.

Nûnerên partiyên siyasî, endamên yekitî, desteyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, rûspiyên eşîreyên herêma Efrînê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star a Efrînê beşdarî panelê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, dîwana birêvebirina palanê hate avakirin ku ji endamên Komîteya Azadiya Rêbertî ya Herêma Efrînê Şirîn Reşîd û Welîd Dengilî û endama Komîteya Azadiya Rêbertî ya Helebê Amna Xidro pêk tê.

Di beşa yekemîn de Welîd Dengilî behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dîrok û armancên wê kir û got: "Piştî ku ramanê rêbertî di nava civakê de belav bûn, bi taybet li Amerîka û Tirkiyê, hêzên komploger li dijî wê komployeke pêk anîn, texmîn kir ku bi girtina fîzîkî ya rêbertî wê ramanê wê tune bikin."

Dengilî wiha domand: "Li gorî plana hatibû dayîn û bi hevkarî û koordînasyona gelek dewletên ku dixwestin bi taybet Tevgera Azadiya Kurdistanê û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi giştî têk bibin, pêk hat.

Di beşa duyemîn de jî Amna Xidiro mijara çareseriya neteweya demokratîk û modela Rêveberiya Xweser şîrove kir û wiha got: "Ev model berdewama fikir û felsefeya rêbertî ye û armanca wan avakirina civakeke demokratîk siyasî û azad ku xwe dispêre bingeha biratiya gelan, parastina nasname û kelepûrê."

Amna Xidir di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya projeya Rêveberiya Xwser di rizgarkirina jinê ji koletiyê, çareserkirina pirsgirêkên ku ji aliyê sîstemên modernîteya kapîtalîst û dewlet netewe û desthilatdar  ve tên afirandin de.

Beşdaran jî li ser mijarê û girîngiya belavkirina ramanê rêbertî nêrînên xwe parve kirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0EwPzOECrwY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>