'Kêmbûna piştgiriyê ji Erdogan re ji her kesên ku dijminatiya gelan dikin waneyek e'

Şîrovekarê siyasî yê filistînî Zeyd El-Eyûbî got, siyaseta bêdengkirin ku Erdogan di hundir de dimeşîne, destwerdanên wî di karûbarên Lîbya, Tûnis, Xeza, Sûriyê de û destekdayîna wî ji çete re hişt ku piştgiriya jê re kêm bibe.

'Kêmbûna piştgiriyê ji Erdogan re ji her kesên ku dijminatiya gelan dikin waneyek e'
4 cotmeh, 2021   04:09
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Şîrovekarê siyasî yê filistînî Zeyd El-Eyûbî got, paşketina piştgiriya gel ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re, endam û rêveberên AKP`ê bi histerîk û dûrketina ji rewşê hiştiye.

El-Eyûbî destnîşan kir  rêveberên AKP`ê dest bi dayîna daxuyaniyên dûrî mejî, mirovahî û dûrî nirxên îslamê kir û rêveberekî AKP`ê got, dengdana ji Erdogan re ji nimêj, rojî û hecê girîngtir e.

El-Eyûbî destnîşan kir ku ev daxuyanî binpêkirina erkanên Îslamê ye, her wiha fetwayeke ku dadikeve asta kufrê û ev tişt anî ziman: "Ev e ola koma Ixwan Muslimîn. Ya girîngtir ew e ku ol û hestên musilmanan ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî û xurtkirina serdestiya xwe bi kar tînin. Di vê yekê de xwe dispêrin sadebûna mirovan û bazirganiya bi olê."

El-Eyûbî diyar kir ku partiya Erdogan xeteriyeke mezin a li ser pêşeroja xwe û pêşeroja Erdogan hîs dike, ev jî piştî gelek ankêtên ku ji aliyê navendên pêbawer ve ji gelê Tirkiyê re hate çêkirin, eşkere bû. Di van ankêtan de hate diyarkirin piştgiriya gel ji Erdogan re paşde ketiye.

Li ser sedemên paşketina piştgiriya ji Erdogan re şîrovekarê siyasî Zeyd El-Eyûbî ev nirxandin kir:  "Sedemên vê paşketinê, binkeftina wî di çareserkirina pirsgirêkên hundirîn de, siyasetên wî yên bêdengkirinê yên li dijî muxalifan, her wiha binkeftina wî di rêvebirina aloziyên şewat û hilweşîna lîreya tirkî de ne. Dîsa ji ber siyasetên Erdogan ên derve û dijbertiya wê ji ereban û destwerdanên wî yên li Lîbya, Tûnis, Xeza û Sûriyê de, piştgiriya wî ji çete û terorîstan re da ku ewlehiya neteweyî ya ereban têk bibe, hişt ku piştgiriya gel jê re kêm bibe."

Li gorî El-Eyûbî, heger mûxalefet li ser namzetekî serokatiyê li hev bikin,  dibe ku bi serbikeve û ev tişt got: "Tê texmînkirin ku rêjeya dengdanê Erdogan ji sedî 33 derbas nake."

şîrovekarê siyasî yê filistînî Zeyd El-Eyûbî di dawiyê de got: "Sedema paşketina piştgiriya gel a ji Erdogan re siyasetên wî yên hundirîn û derve ne. Ev yek ji her kesî ku dijminatiya gelê herêmê dike, bazirganiyê bi ol û doza Filistînê dike da ku berjewendiyên xwe yên partî li ser hesabê berjewendiyên gel û neteweya îslamî, pêk bîne, waneyek e."

(bx)

ANHA