PDK'ê hewl dide bi hêzeke mezin a çekdarî cardin bikeve Şengalê

PDK hewldanên xwe yên dagirkirina Şengalê didomîne. Li gorî agahiyan, PDK amadekariyeke berfireh dike ku bi hêzeke mezin a çekdarî bikeve Şengalê û baregehên xwe veke.

PDK'ê hewl dide bi hêzeke mezin a çekdarî cardin bikeve Şengalê
3 cotmeh, 2021   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku ji ber berxwedana gel hêzên PDK’ê neçar man û neketin Şengalê niha hewldanekî nû ya PDK’ê pêş dikeve ku car din bikeve Şengalê.

Li gorî agahiyan, PDK amadekariyeke berfireh dike ku bi hêzên çekdarî derbasî Şengalê bibe. Tê gotin vê carê armanca PDK’ê bi hêza xwe ya çekdarî xwe li Şengalê bicih bike û baregehên xwe li Şengalê veke.

Tê payîn li ser mijarê Rêveberiya Xweser a Şengalê di demeke kurt de daxuyaniyek ji bo raya giştî bide.

Duh, hêzek mezin a çekdarên PDK’ê bi hevkariya artêşa Iraqê hewl dan ku derbasî Şengalê bibin. Li gel van hêzan 2 namzetên parlamenteriyê yên PDK’ê jî hebûn û îdia kirin ku ji bo propagandaya hilbijartinê hatine wir. Lê gelê Şengalê nerazîbûnek tund nîşan da û diyar kirin ku ev qas hêzên leşkerî ji bo hilbijartinê nayên, lewma destura wan nedabû. Li ser nerazîbûna gel, hêzên PDK’ê paşve vegeriyan.