Remziye Mihemed: Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve nîşaneya têkçûna wê ye

Remziye Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk texmîn dikir ku dê bi zêdekirina êrişên xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe, lê carek din têk çû. Her wiha Remziyê got, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve delîlê têkçûna wê ye.

Remziye Mihemed: Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve nîşaneya têkçûna wê ye
4 cotmeh, 2021   00:46
QAMIŞLO- SILAVA EBDUREHMEN

Artêşa Tirk a dagirker êrişên qirkirinê li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Piştî binkeftina wê ya li hemberî berxwedana gerîlayan li gelek qadan, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî kir. Heya niha li hemberî vê yekê tu helwest ji aliyê rêxistinan ve nehatiye nîşandan.

Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker cûreyeke nû  ya çekên kîmyewî bi kar tîne û bang kir kir ku divê bi lez destwerdan li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker were kirin.

Têkildarî mijarê berdevka fermî ya Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed ji ANHA'yê re axivî. Remziye Mihemed bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bikeve tevgerê.

Remziye Mihemed diyar kir ku berxwedana gerîlayên azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê ji bo gelê Kurd cihê serferaziyê ye û wiha pê de çû: "Gerîlayên tevgera azadiyê yên ku li ber xwe didin û tê dikoşin, rastî êrişên giran tên. Rexmî vê yekê leşkerên artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana wan derbên giran li pey hev dixwin. Beriya vê dagirker li Zap, Heftanîn û Garê jî bi bin ketin."

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê, Remziye Mihemed ev tişt got: "Artêşa Tirk a dagirker texmîn dikir ku bi êrişên xwe yên giran wê karibe tevgera rizgariyê têk bibe, lê careke din bi bin ket û nikare binkeftinan tehemûl bike. Artêşa Tirk êdî dizane ku nema dikare vê tevgerê tune bike, ji ber vê yekê çekên kîmyewî yên di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar tîne."

'GERÎLAYÊN AZADIYÊ BI VÎNA XWE LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN GIRAN DISEKININ'

Remziye Mihemed diyar kir ku tevî bikaranîna çekên qedexekirî, gerîla bi vîna xwe li hemberî êrişên hovane disekinin û efsanên qehremantiyê li dijî hêza NATO'yê raber dike û got: "Em wekî tevgera jin dibînin ku nîşaneyên serkeftinê di vê hêzê de ye."

Berdevka Kongreya Star bi domdarî got: "Ne ji gerîlayên azadiyê, YPJ û QSD'ê bûya me nedikarî van destkeftiyan pêk bînin. Gerîla ji gel e û gel ji gerîla ye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên berxwedana Tevegera Rizgariya Kurdistanê û YPJ û QSD'ê ye."

Remziye Mihemed li ser helwesta Kongreya Star ji êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê wiha axivî: "Hemû rêxistin, tevger û saziyan jinan piştgiriyê didin berxwedan û têkoşîna gerîla. Em ji bo gihandina dengê wan ji cîhanê re têkoşînê dikin. Em ê li hemberî hemû kesên ku destekê didin artêşa dagirker û ligel wê şer dikin û kesên ku çavên xwe li ser êrişan digirin, bisekinin."

'DEWLETA TIRK LI SERÊKANIYÊ JÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN'

Remziye Mihemed bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî yên beriya du salan de jî çekên qedexekirî bi kar anîn, ev çek li ber çavê her kesî li dijî kurdan hatin bikaranîn, lê tu kesî dengê xwe dernexist.

Berdevka Kongreya Star a Rojava bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûc û êrişên artêşa Tirk a dagirker ji bêdengiya xwe derkeve û helwestekê nîşan bide û wiha got: "Madem rêxistinên navneteweyî li hemberî van êrişan bêdeng in, divê civaka navneteweyî helwesta xwe nîşan bide û dawî li van êrişan bîne."

'BAWERIYA GEL BI RÊXISTINÊN MIROVÎ Û YÊN NAVNETEWEYÎ NEMAYE'

Remziye Mihemed xîtabî rêxistinên navneteweyî kir "Çekên qedexekirî li dijî gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê tên bikaranîn û hûn jî bêdeng in. Beriya niha jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bikaranîn. Divê rêxistinên navneteweyî bikevin tevgerê û sûcdaran li dadgehên navneteweyî ceza bike."

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Gelê herêmê baweriya xwe bi rêxistinên mirovî û yên navneteweyî winda kiriye. Divê rêxistin helwesta xwe di ber çavan re derbas bike, erka xwe bi cih bîne, da ku baweriya xwe vegerîne. Wê gelê Kurd û hemû gelên herêmê li hemberî êrişan bêdeng nemînin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oPVc-pDFTHw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>