ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-10-2021
3 cotmeh, 2021   23:00

- Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Beşê Xebitandinê ya Nivîsgeha Çandinî û Avdanê ya Reqayê got, rêjeya ava ku ji Tirkiyê tê gelekî kêm e, ji ber wê tê xwestin ku planeke ji bo parastina rêjeya ava bendavan were dayîn. Her wiha hişyarî da ku heger kêmkirina avê dewam bike dê karesateke mirovî çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Rêber Abdullah Ocalan derbarê komploya navneteweyî de ku 1998`an li dijî wî pêk hat dibejê: “Pêvajo ji serî heta binî ji aliyê Îsraîl-DYA-YE û Rûsya Sovyetê ya ji hevketî hatiye afirandin.”

KURDISTAN

- Remziye Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk texmîn dikir ku dê bi zêdekirina êrişên xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe, lê carek din têk çû. Her wiha Remziyê got, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve delîlê têkçûna wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şîrovekarê siyasî yê filistînî Zeyd El-Eyûbî got, siyaseta bêdengkirin ku Erdogan di hundir de dimeşîne, destwerdanên wî di karûbarên Lîbya, Tûnis, Xeza, Sûriyê de û destekdayîna wî ji çete re hişt ku piştgiriya jê re kêm bibe.

ÇAND Û HUNER

-Dengê wî di zelabûn û şadî û xemgîniya wê de mîna bilûrê ye. Ji welatê xwe Efrîn re distirê û  bi stranên xwe bala guhdaran dibe ser çiya û geliyên kurdan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Pêla 4'emîn a vîrusa Koronayê derbasî herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye û hejmara pêkhateyan zêde dibin. Rêveberiya Xweser banga pêkanîna tedbîrên xweparastinê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA