'Ger Tirkiye qutkirina ava Firatê bidomîne dê karesatek çêbibe'

Serokê Beşê Xebitandinê ya Nivîsgeha Çandinî û Avdanê ya Reqayê got, rêjeya ava ku ji Tirkiyê tê gelekî kêm e, ji ber wê tê xwestin ku planek ji bo parastina rêjeya ava bendavan were dayîn. Her wiha hişyarî da ku heger kêmkirina avê dewam bike dê karesateke mirovî çêbibe

'Ger Tirkiye qutkirina ava Firatê bidomîne dê karesatek çêbibe'
4 cotmeh, 2021   03:08
REQA- EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker kêmkirina ava Çemê Firatê didomîne ku rêjeya avê daketiye 200 metrekabik. Ji ber vê yekê rêveberiya bendavan di peydakirina avê û zêdekirina saetên dayîna kehrebeyê de bê çare maye.

Serokê Beşê Xebitandinê ya Nivîsgeha Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Nebîl El-Xelîl diyar kir ku ava Çemê Firatê ji 500 metrekabik daketiye 200 metrekabikî.

El-Xelîl destnîşan kir ku 200 metrekabik av hewcedariyên herêmê peyda nake û got: "Em 81 metrekabik ji bo kanalên avdan û ava vexwarinê bikar tînin, 100 metrekabik ji bo bajarên Meskena û Helebê bikar tînin. Ji ber wê yekê ew ji bo peydakirina ava vexwarin, avdan û enerjiyê, em ava depoyên bendavan bi kar tînin.”

Xelîl wiha piştrast: “Rojane em nêzî 40 metreçargoşte av ji depoyê ava golan dikişînin, Ev yek nîşaneya karesatekê dide.”

El-Xelîl wiha lê zêde kir: "Nêzî mehek berê, civînek bi rêveberiya bendavên li herêmê re hate kirin, wan daxwaz kir ku em ji bo kêmkirina mezaxtina avê ji bo her deverê bixebitin. Ji bajarê Reqa û gundewarê wê re li şûna 81 metre kabik 50 metrekabik hate dayîn, ev miqdar ji bo erdên ku bi genim hatine çandin têr nake, ji ber ku cotkaran bi plana çandiniyê ya havînê pabend nebûn."

Şêx Nebîl El-Xelîl got, wan ev plan ji bo parastina depoyên ava golê amade kirine û berdewamkirina kêmbûna xerçkirina ava van depoyan nîşan dide ku gola Tebqayê dê di nav mehekê de ji kar derkeve.

El-Xelîl destnîşan kir ku depoya bingehîn a bendava Tebqayê têra 14 mîlyar metrekabik dike, lê depoya heyî 9,600 mîlyar metre kabik e û got: "Herger bendav ji xizmetê derkeve em ê bi karesateke mezin re rû bi rû bimînin."

El-Xelîl bang li cotkar û aliyên pêwendîdar kir ku pabendî plana çandiniyê bibin, ji ber ku demsala zivistanê, bi taybet demsala genim ku stratejîk e , nêz bûye.

Şêx Nebîl El-Xelîl bang li rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û tevahî welatên cîhanê kir ku zextê li ser Tirkiyê bikin da ku ew miqdara avê bide Sûriyê û got: "Eger ev kiryarên Tirkiyê neyê bidawîkirin, dê karesateke çandiniyê li Sûriyê bi giştî çêbibe. "

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pLO_tk_lYKA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>