Rêber Ocalan: Sîstema di zordestî û îstîsmarê de sînoran nas nake - 1

 Rêber Abdullah Ocalan derbarê komploya navneteweyî de ku 1998`an li dijî wî pêk hat dibejê: “Pêvajo ji serî heta binî ji aliyê Îsraîl-DYA-YE û Rûsya Sovyetê ya ji hevketî hatiye afirandin.”

Rêber Ocalan: Sîstema di zordestî û îstîsmarê de sînoran nas nake - 1
3 cotmeh, 2021   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan 23 sal li du xwe hişt. Rêber Abdullah Ocalan di ji pirtûka Şaristanî cilda yekem a Serdema Qralên Piştperdeyê û Xwedayên Bi Maske de derbarê komploya navneteweyî de ku starda wê di 9'ê Cotmeha 1998`an de hat dayîn wiha dinirxîne;

SÛRÎ Bİ MİN RE –Bİ PKKÊ RE- TEWAZUNEK Bİ TİRKİYÊ RE DATANÎ

Hevkêşeya rê li ber pêvajoya derketina min a ji Sûrî vekir, hînê balkêştir e. Têgihiştina ez ji Sûrî

derxistim, ya rastî xwe dispêre şerê nakokiya di navbera payedana min a dostaniyê û siyaseta Kurd a

Îsraîlê de ye. Nemaze Îsraîl piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn di pirsgirêka Kurd de bi patrontiyê rabûye. Ji

lewra di şexsê min de li çareseriya duyemîn a pirsgirêka Kurd nikarîbû xwe ragire. Li hemberî vê rewşê gelekî nazik bû. Ji sedî sed ev rewş li hesabê wê nedihat. Divê ez heqê wê nexwim; MOSSAD yekser nebe jî ji bo ez rêya wê qebûl bikim ez vexwendim. Lê ji bo vê jî ez ne ji alî exlaqî ve û ne ji alî siyasî ve vekirî û amade bûm. Rêveberiya Ereb a Sûrî nexwest em ji têkiliyeke giranî taktîk bibihur in. Jixwe rêbertiya Hafiz Esed bi saya şerê hegomonîk ê DYA û Sovyetê peyda bûbû. Piştî ku Sovyet ji hevdu ket ji Sûrî nedihat ku ti têkiliyeke taktîk di vê qonaxa nazik de biparêze. Sûrî bi min re –bi PKKê re- tewazunek bi Tirkiyê re datanî. Mîna ku ji bo gefxwarina Komara Tirkî ya di salên 1958’an de li ser Sûrî û meyla wê ya zêde ji bo têkiliyan bi Îsraîlê re dixwest bersivekê bide. Ji bo têkiliyeke taktîk a demdirêj PKK weke amûrekî baş rê û derfet dida. Nedixwestin bibînin ku wê ev têkilî rê li ber polîtîkayeke duyemîn a Kurd veke. Bi tevahî hewldanên rêveberiyên Tirk nikarîbûn pêşî li vê yekê bigirin.

HÊZA EZ Jİ SÛRÎ DERXİSTİME ÎSRAÎL E

Ji vê bibîrxistina kurt jî tê fêhmkirin ku hêza rastî ya ez ji Sûrî derxistime Îsraîl e. Bêguman, rola hêza

siyasî ya DYA’yê û zora eskerî ya Tirkiyê jî di vê de heye. Divê neyê ji bîrkirin ku Îsraîlê hînê ji salên

1950'î ve bi Tirkiyê re peymanên veşartî mohr kirine û di sala 1996’an de jî bi navê ‘antî-terorê’

peymaneke din li vê zêde kiriye û bi vê yekê, hevgirtina dij-PKK a DYA-Îsraîl-Tirkî temam bûye.

Faktoreke din a girîng ku divê em li vê pêvajoyê zêde bikin ew e ku rêveberiyên PDK û YNKê yên bi

DYA û Îsraîlê re di nava têkiliyê de bûn, bi rêveberî û Meclisa Federe ya Kurd a di sala 1992’an de hat

avakirin bi Komara Tirkiyê re li ser hîmê dij-PKKê hevkarî dikirin. Bêguman, di şert û mercên wê demê

de hukûmetên Komara Tirkiyê û artêşa wê bi têgihiştineke taktîkî tevdigeriyan. Lê dîrokê jî meşeke xwe ya xweser heye. Têgihiştinên pirrcure bûyerên girîng diyar dikin. Ji mêj ve, aliyê Tirkiyê ku pê xapiyaye û îro jî herî zêde her kes lê hêrs dibe, egoîstî, tengî û yekalîtiya wê ye.

DEV JÊ NAYÊ BERDAN

Di sala 1998’an de ji ber van faktorên dijber ên gihiştin hevdu, ez ji Sûrî derketim. Divê ez eşkere bibêjim; ez jî li xwe hayil bûbûm ku derketina min a ji Sûrî hewce dikir. Ez demeke zêde dirêj li wir mam. Lê belê balkêşiya pêşketina xeta polîtîk a ji bo Kurdistanê û helwesta min a dostaniyê ku min dixwest bigihînim asteke stratejîk, hema bêje min kiribûn êsîrê xwe. Rêveberiya Sûrî di asta herî jor de fikarên xwe yên ji ber vê yekê bi taybetî destnîşan kiribûn. Divê ez di vî warî de li xwe mikur bêm. Lê ez hînê jî li girîngiya dostaniya gelan di asta stratejîk de xwedî derdikevim û dibêjim; dev jê nayê berdan. Heman têgihiştinê ez birim Yewnanistanê. Bi dewleta Yewnan re nebûya jî di asta duyemîn de danîna dostaniyeke qedirbilind bi gelê Yewnan re bala min dikişand. Bi çanda wan a klasîk û dîroka wan a trajîk re danûstendin gelekî girîng bû. Jixwe erka dostaniyê ev yek li ser mirovî ferz dikir.

Rêyeke din a ku min karîbû pêde biçûma çiyayên Kurdistanê bûn.

MİN XWE Jİ RÊYA ÇİYÊ KİR

Dema ez zarok bûm navê,‘Dînê Çolê, dînê Çiyê’ jî li min kiribûn. Lê ji ber du sedeman min ev plan weke alternatîfa duyemîn dihişt. Li çiyê, li devera ez bimama wê bi her cureyê sîlehan bombe bikirana, zirareke mezin wê li heval û gelê me bibûya. Wexta min ji vî awirî li mijarê temaşe dikir, eşkere min didît ku tenê rê û rêbazên eskerî wê bikevin dewrê û bi tevahî rêya eskerî wê xwe li ser me ferz bikira. Ya din jî ew bû ku xeşîmî û bêperwerdebûna ciwantiyê bû. Ji sedî sed diviyabû min ew perwerde bikirana. Ji ber baweriya bi van her du pêdiviyan, min xwe ji rêya çiyê kir.

Xulase li Tirkiyê gelek derdorên fermî û nefermî digotin; ‘Me ew di quncikê de asê kiriye, binêrin me

çawa encam girt.’ Îdîayên bi vî rengî ji rastiyê dûr bûn. Jixwe heman polîtîka tengavkirinê gelekî li ser

Îran û Iraqê dihat ceribandin. Encamdana van polîtîkayan bidin aliyekî, berevajî dibûn sedem ku bi

çavkorî di nava mijar û çiravê de bist bibin, biçikin. Têkiliyên taktîkî yên bi Îran û Sûrî re ji niha ve

nediyar in, wê bi xwe re çi encaman bînin. Mirov dikare bibêje polîtîkayeke welê ye, bi gelek encaman

avis e. Kengî dualîteya DYA-YE-Îsraîl an jî Îran-Rûsya-Çînê zelal bibe, gelo hukûmetên komarê ji her

encamê re amade ne?

Dersên min ji serhatiya xwe ya sê mehên di navbera Atîna-Moskow-Roma de girtine, bêguman dersên dîrokî ne. Têgîna modernîteya kapîtalîst ku hîmê parêznameya min e, di nava hezar û yek zirx û maskeyî de nas kir. Bi vê serhatiyê min ev têgîn nas kir. Eger ev serhatiya min nebûya, bihêlin min ev analîz û tehlîl bikirana, ez ê yan bûbûma milletperest û dewlet-neteweparêzekî çor an jî weke bi sedan mînakên xwe, heta bi yên dewlet jî avakirine, min ê weke tevgereke çepgir a klasîk çarenûsa xwe bi dawî bikira.

Weke prensîbeke zanîna civakî ji sedî sed û vebirrî napeyivim û vê prensîbê her li ber çav digirim. Lê

hiseke min a xurt heye ku dibêje; tu yê ti carî negihiştibûya hêza xwe ya analîzê ku tu niha gihiştiyê.

Ji bo min eşkere ye: modernîteya kapîtalîst hêza xwe ya esas ne ji pereyê xwe digire û ne jî ji sîlehên xwe; utopya sosyalîst a herî dawî û herî bi hêz jî di navê de, bi tevahî utopyayan bi rengan dixemilîne û ji sihêrbazê herî zîrek jêhatîtir hemûyan di nava lîberalîzma xwe de difetisîne û ev yek hêza wê ya esasî ye.

PÊVAJO Jİ ALİYÊ ÎSRAÎL-DYA-YE Û RÛSYA SOVYETÊ HATİYE AFİRANDİN

Eger civak û ferdê lîberalîzmê ji rê derxistiye neyên analîzkirin û mirov wan nexîne mecraya wan a

insanî, encam wê ji kansêra civakî wêdetir tiştekî din nebe. Ez ê vê yekê dûrûdirêj bînim ziman.

Ez dixwazim gotinê bînim vir: nûnera Konseya Ewropayê ya li Gîrteha Îmraliyê xêrhatina min kir, heta ez sîstema sêhrî ya li pişt vê xanimoka heftê salî yanî modernîteya kapîtalîst ji hev dernexînim, diyar e, ez ê çarenûsa xwe jî ji hev dernexînim. Pêvajo ji serî heta binî ji aliyê Îsraîl-DYA-YE û Rûsya Sovyetê ya ji hevketî hatiye afirandin. Rola hikûmetên Sûrî, Yewnanistan û Tirkiyê jî ji xizmetên burokratîk ên destên duyemîn zêdetir tiştekî din nîne. Di pêvajoya jêpirsînê de min ji rayedarên Tirk –yên çar saziyên bingehîn; nûnerê Îstîxbarata Fermandariya Giştî, Teşkîlata Îstîxbarata Millî, Mudîriyeta Giştî ya Polîsan û Îstîxbarata Jenderme- re got; ti maneya wê nîne hûn bi girtina min kêfxweş dibin. Bi awayekî rezîl û bêbextiyeke Bedewiyên li çolan jî li xisletên xwe yên mirovane daneynin, bi têkiliyeke dostaniyê û bi komployeke nedîtî, ez avêtim balafirê û piçikîn ser min, ev yek di ti şêwazê şer ê egîdiyê de tine. Ev rastî bi xwe jî mînakeke baş e û eşkere nîşan dide ku modernîteya kapîtalîst a DYA hegomonê wê ye, xwedî lîbaralîzmeke çawa ye. Sîstema di zordestî û îstîsmarê de sînornenas.

ANHA