Esed bi qiralê Urdunê re axivî

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed bi telefonêb bi qiralê Urdunê Ebdullah El-Sanî re axivî.

Esed bi qiralê Urdunê re axivî
3 cotmeh, 2021   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Petra ya Urdunê ragihand ku Beşar Esed bi telefonê bi qiral Ebdullah El-Sanî re axivî. Her du aliyan têkliyên di navbera her du welatan de û rêbazên xurtkirina tevkariyê gotûbêj kirin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) ya girêdayî hikumeta Şamê jî got, di peywendiyê de têkêliyên her du aliyan, xurtkirina tevkariya hevbeş a her du welatan nîqaş kirin.