Şaxê Zemhêrê ya Dêrazorê çavdêriya li ser firneyan xurt kiriye

Şaxê Zehmêrê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê ji ber rexneyên şêniyan ên têkildarî nebaşbûna kalîteya nan û belavkirina wê, çavdêriya li ser firneyan xurt dike.

Şaxê Zemhêrê ya Dêrazorê çavdêriya li ser firneyan xurt kiriye
3 cotmeh, 2021   14:19
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Piştî rexneyên şêniyan li ser mekanîzmeya xebatê firneyên di aliyê kalîteya nan  û miqdarê ku tê belavkirin de, Şaxê zemhêrê ya gundewarên rojava yê Dêrazorê çavdêriya li ser firneyan xurt kiriye. Her wiha planek ji bo mekanîzmeya belavkirinê danî da ku hemû şênî nan bi awayekî rêxistinkirî werbigrin.

Li gundewarên rojava 50 firne hene. Rojane 68 ton ji ard bikar tînin. Lê hin pirsgirêk derbarê paqijî, kalîte û dema belavkirina nan de derketin.

Li gorî hevserokê Şaxê Zemhêrê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê Xeyas El-Ecêl, di gerên çavdêriyê yên demê dawî de 12 firneyên ku pirsgirêkên wan derbarê paqijî, tunebûna hawizên ard û mekanîzmeya belavkirina de hebûn hatin cezakirin.

Girêdayî planên pêşerojê ji bo rêxistinkirina belavkirinê, Xeyas El-Ecêl diyar kir ku şaxê zemhêrê dê dixebite da ku deriyê ruxstê ji bo vekirina firneyên nû veke, dê serjimariyê ji niştecihan re çêbike da ku nan bi rêya wekîlan li her tax yan jî meclisan were belavkirin. Ev jî piştî ku Meclisa Sivîl a Dêrazorê xwest ku serjimarî pêk were, hate kirin da ku hemû şênî nan werbigrin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F-ioXtxUI5A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>