Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana nexweşxaneya Covid-19 a Dêrikê kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya herêma Cizîrê ji bo şopandina rewşa nexweşan û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst, serdana nexweşxaneya Covid -19 a Dêrikê kir.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana nexweşxaneya Covid-19 a Dêrikê kir
3 cotmeh, 2021   14:44
QAMIŞLO

Şande ji Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Mistefa Keleş, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis û hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq pêk dihat.

Şandeyê hevdîtin bi rêveberiya nexweşxaneyê û xebatên wê re pêk anî û asta pêkanîna biryarên Rêveberiya Xweser ên têkildarî rêgirtina ber belavbûna Koronayê şopand.

Xebatkarên nexweşxaneyê, spasiya şandeyê kir.

Talet Yûnis li ser serdanê ji ANHA'yê re axivî û got: "Piştî belavbûna vîrusa Koronayê bi pêla xwe ya çaremîn, me biryar da ku serdana nexweşxaneyê bikin, li taximên tenduristiyê guhdar bikin, nekanîzmeya kar û rêbazên pêşîgirtina li ber vîrusê nîqaş bikin."

Yûnis diyar kir ku dê hemû pêwîstiyan ji alavên tibî û oksejîn pêşkêşî nexweşxaneyê bikin.

Şande, li nexweşxaneyê geriya û rêveçûnê xebatê şopand.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Et8ggSioy0E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>