​​​​​​​‛Bêyî lihevkirina hemû hêzên neteweyî çareserkirina krîzê ne pêkan e’

Endama Nivîsgeha Têkiliyan ‏a MSD’ê Fatme El-Hesîno bangewaziyên MSD'ê yên ji bo çareseriyan ji aloziya Sûriyê re bi rêya diyalogê û erêkirina navneteweyî li gorî biryara 2254’an, dubare kirin.

​​​​​​​‛Bêyî lihevkirina hemû hêzên neteweyî çareserkirina krîzê ne pêkan e’
2 cotmeh, 2021   08:16
HELEB- MIHEMED EBDO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) çend caran berê bang ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya ‎diyalogê di navbera sûriyan de û dûrketina bikaranîna rêya leşkerî kir.

Têkildarî vê yekê endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Fatme El-Hesîno got: "Dema ku em behsa aloziya Sûriyê dikin, em behsa krîzeke ‎tevlihev û demdirêj dikin ku welat wêran kir. Piştî derbasbûna 10 salan di ser aloziyê re, em hemû êş û azarên ku gelê Sûriyê ji ber şer, wêranî, koçberî û kuştinê kişandine, dizanin."

‎’KOMÊN TERORÎST SIVÎLAN WEK MERTALÊN ZINDÎ BI KAR TÎNIN’

Fatme El-Hesîno wiha lê zêde kir: "Li herêmên Sûriyê krîza koçberiya hundirîn rû dide. Divê em ji bîr nekin ku şer bû sedem ku komên terorîst ji tevahiya erdnîgariya cîhanê bi desteka Tirkiyê li bakurê Sûriyê kom bibin. Idlibê para herî zêde ya vê girêkê bir. Êdî bûye qada kombûna rêxistinên terorîst û mirov dikare wê bi qada tesfiyekirina hesaban û pêkanîna lihevkirinan jî bi nav bike."

‏Fatme El-Hesîno destnîşan kir ku komên çeteyan sivîlên ku li ser axa xwe li Idlibê mane, wek mertalên ‎zindî bi kar tînin û got di van demên dawîn de li erdnîgariya Sûriyê geşedanên siyasî çêbûn.‎

Fatme El-Hesîno da zanîn ku divê çareyeke aştiyane ji krîzê re were dîtin û wiha pê de çû: "Di vê dema dijwar û zehmet de divê em destgirêdayî nemînin, divê em ji bo çareserkirina krîzê bi gelek rê û rêbazan bixebitin. Serdanên dawî yên şandeya MSD’ê û Rêveberiya Xweser nîşaneya hewldana me ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî bi erêkirina navneteweyî ye. Da ku Sûriyeyeke nenavendî û ya pirreng ava bikin."

‎’HEWLDANA ME YA DIYALOGA SÛRIYÊ BI GARANTIYA NAVNETEWEYÎ YE’‎

Fatme El-Hesîno got civînên dewletên garantor gelê Sûriyê ‎bê hêvî kir, ji ber ku wan dewletan rêjeyeke mezin ji gelê Sûriyê ji wan civînan bi dûr xistine ku MSD û nûnerên Rêveberiya Xweser nûnertiya çîneke mezin ji pêkhateyên civaka Sûriyê dikin û projeya guncaw a çareserkirina krîzê pêşkêş kiriye.

Fatme El-Hesîno wiha dawî li gotina xwe anî: "Em wek MSD her tim dibêjin ku bêyî diyaloga sûrî-sûrî krîza Sûriyê çareser nabe û divê tevahî hêzên aktîf ji alîgir, muxalefet û tevahî hêzên welatparêz li ser maseyê bicivin û dest bi pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254’an bikin."

‏(‏dx‏)‏

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xEP9Lbu5YYU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>