ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-10-2021
1 cotmeh, 2021   23:00

- Zêdetirî 25 malbat li gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Cîhad Hesen detayên revandina xwe ji aliyê PDK`ê ve û mercên ku di girtîgehê de derbas kirin, eşkere kirin. Cîhad Hesen got, ji bo ku hevdîtinê bi Xaca Sor re nekim û siyasetên PDK'ê teşhîr nekim, hatim berdan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nezîra Gewriyê ku di nav şandeya hevdîtinan a li Moskove û Washingtonê de cih digre diyar kir ku hevdîtinên ku hatine kirin erênî derbas bûne ku wê hevdîtinên din pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarê ji Awisturyayê Thomas Schmidinger got, çareserkirina aloziya Sûriyê bi derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê û pêkanîna nenavendîbûnê, pêkan e. (BI WÊNE).

- Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Fatime El-Hesîno banga çareseriya krîza Sûriyê bi rêya diyalog û biryarên navneteweyî li gorî bingeha biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê TEV-DEM'ê Dijwar Ehmed hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, dewleta Tirk xwe li ser xwîna gelan ava kiriye û PDK'ê di pêkanîna siyaseta dijmin de bûye lîstikvanê sereke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku ENKS ajandeyeke dewleta Tirk a dagirker e, ji ber vê yekê talankirina gelê Kurd xwezayî dibîne û got “Ji bo vegera li Efrînê jî koletiyê ji gelê Efrînê re dixwaze.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Deste û nivîsgehên jinan ên Rêveberiya Xweser ji sedî 10 ji bûdçeya xwe ji bo projeyên jinan veqetand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Iraq xwe ji bo hilbijartinên 10’ê vê Cotmehê amade dike, tevî ku ew xebata hilbijartinê ya 5’an e ji dema têkçûna rejîma Sedam Hisên lê her tim encamên wê yek in, ew jî bi sedema pergala parvekirinê ya ku Iraqê bi rê ve dibe û hevrikiya hêzan a li ser bingeha mezhebî û etnîkî ye.

- Çavdêran da zanîn ku kişandina baweriyê ji hikumeta El-Debîe dibe ku careke din rewşa Lîbyayê gurtir bike û metirsî ji vegera herêmê ber bi destpêkê ve hene. lêkolîner û akademisyen Cebraîl El-Ibêdî jî got ne dûr e careke din şer li Lîbyayê dest pê bike, lê belê ne demeke nêz de.

CIVAK Û JIYAN

-Bi nêzîkbûna dema çandiniya hilbirînên zivistanî re, şêniyên Kobanê metirsiyên xwe ji dûbarebûna senaryoya par a ji ber kêmkirina va Firatê anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA