​​​​​​​Dijwar Ehmed: PDK di pêkanîna siyaseta dijmin de bûye lîstikvana sereke

Endamê TEV-DEM'ê Dijwar Ehmed hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got dewleta Tirk xwe li ser xwîna gelan ava kiriye û PDK'ê di pêkanîna siyaseta dijmin de bûye lîstikvana sereke.

​​​​​​​Dijwar Ehmed: PDK di pêkanîna siyaseta dijmin de bûye lîstikvana sereke
2 cotmeh, 2021   07:26
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji sedsala borî ve bi derxistina pirsgirêk û şeran li dijî hêzên Kurd, dagirtî ye.

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dijwar Ehmed têkildarî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ji ajansa me re axivî.

Dijwar Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk ji berê ve dijminê gelê Kurd e û got: "Ji dema ku pêşiyê wê Ertugrul gihaşt desthilatê, ji Asyaya Navîn hatin û li axa Mezopotamya û Kurdistanê bi cih bûn, dijminatiya Kurdan dike, axa wan dagir dike û hebûna Kurdan qebûl nake."

Ehmed bal kişand ser referanduma ku di Îlona 2017`an de li Başûrê Kurdistanê hate ragihandin û got: “Ji dewletên yekemîn ku li dijî vê referandumê derketine, dewleta Tirk bû ku wê bi çiravê bi nav kir. Heta naxwaze peyva Kurdistan bi kar bîne û her tim wê bi bakurê Iraqê bi nav dike û wê nas nake.”

Der barê dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd de Ehmed got: “Dewleta Tirk ne tenê dijminatiye partiyekî yan jî aliyekî kurdî dike, lê belê dewleta xwe li ser hesabê qirkirina gelan ava kir.”

'DEV JI PÊKANÎNA BERJEWENDIYÊN DIJMINÊN GELÊ KURD BERDIN'

Têkildarî armanca êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê Dijwar Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze Başûr dagir bike û destkeftiyên ku li wir hatine bidestxistin tune bike.

Dijwar PDK muxatab girt û got: “Dewleta Tirk, dewleteke dijmin e, ne hevalbend e. Divê hûn dev ji van siyasetên xwe berdin. Êdî bes e, nebin xizmetkarê dijminên gelê Kurd. Li dijî hêviyên gelê kurd ên di azadiyê de nebin bend. Dewleta Tirk we jî qebûl nake, lê we wekî amûrekî di destê xwe de bi kar tîne.”

Girêdayî hedefgirtina têkoşerên Kurd ji aliyê sîxuran ve Ehmed destnîşan kir ku Başûrê Kurdistanê ji ajanên dewleta Tirk û istixbarata wê re bûye qadeke fireh û wiha domand: “Wan ajanan ne tenê şehîd Şukrî Serhad, lê belê bi dehan têkoşerên ku li ber dilê gelê Kurd qedirbilind in, kirin hedef.”

Dijwar Ehmed wiha gotinên xwe berdewam kir: “Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi Kurdan bide kuştin. Bi rastî jî vê yekê dike dema PDK`ê bi kar tîne. Ev xiyaneteke mezin e.”

Çeteyên "Leşkerên Roj" di vê dawiyê de tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên herîla bûn û mayînên li pêşiya dagirkeran bê bandor kirin. Endamê TEV-DEM`ê pirsî: “Gelo Leşkerên Roj li eniyên şer ên di navbera dewleta Tirk a dagirker û Tevgera Azadiya Kurdistanê de çi dikin? Çima mayinan bê bandor dikin?”

Ehmed daxuyand ku ji van liv û tevgerên PDK û Leşkerên Roj diyar dibe ku rê li pêşiya dewleta Tirk vedikin û ji wan re dibêjin herin û şerê wan bikin. Ehmed piştrast kir ku ev kiryar li dijî doza Kurd e û got: “Gelo hûn ji referanduma Başûrê Kurdistanê fêr nebûn dema dewleta Tirk dijminatiye we kir?”

'DÎROKEKE BI XIYANETÊ DAGIRTÎ'

Dijwar Ehmed di nav gotinên xwe de behsa dîroka PDK`ê kir û got: “Dîroka vê partiyê bi xiyanetên li Kurdan dagirtî ye. Ji 1983`yan ve êrişên dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya PDK`ê berdewam in.”

Ehmed wiha pê de çû: “Di qonaxên dîrokî yên diyar de, bi armanca derxistina Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Hewlêrê, PDK`ê destek ji Sedam Huseyîn xwest. Her wiha birîndarên Tevgera Rizgariya Kurdistanê yên li nexweşxaneya Hewlêrê tedawî dibûn, qetil kirin. Gelek pirsgirêk bi YNK û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya şaxê Îranê, Tevgera Rizgariya Kurdistanê re derxist û di encamê de bi hezaran pêşmerge hatin kuştin. Dîrok şahidê van bûyeran e.”  

'DIXWAZIN DÎROK Û TÊKOŞÎNA PÊŞMERGEYAN QIRÊJÎ BIKIN'

Ehmed diyar kir ku pêşmerge xwedî dîrok û têkoşîneke bêhempa ne, lê îro dixwazin navê pêşmergeyan qirêjî bikin û wiha domand: “Dewleta Tirk hinek koman perwerde dike. Bi rêya wan dixwaze şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike. Ev şerm e.”

Endamê TEV-DEM'ê Dijwar Ehmed di dawiyê de got: “Divê PDK`ê ji siyaseta girêdabûnê û girêdana bi hêzên serdest dûr bikeve. Divê bangewaziyên gelê Kurd ên ji bo pêkanîna yekitiyê bibersivîne da ku rûpela xiyaneta li hêzên Kurd ji bîr biçe. Rêber Abdulalh Ocalan bang li we kir da ku projeya yekitiyê bi rêve bibin ji bo ku kongreya Kurdistanê li dar keve. Divê îro hûn piştgiriyê bidin tevgera azadiyê, ne herin wê dorpêç bikin û ji pişt de lê bixin.”

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jucRAHOjYfI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>