Malbat û wasîsê rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbat û wasîsê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgeha Imraliyê dan.

Malbat û wasîsê rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
1 cotmeh, 2021   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Her wiha malbatên girtiyên din ên Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Polat Yildirim jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûrtiya Saziya Ceza Înfazê ya Girtîgeha Girtî a bi Ewlehiya Jidiyayî ya Tîpa F’yê ya Imraliyê jî dan.