Piştî çend rojan balafirên Rûsya dîsa herêma bêçek bombe kir

Piştî danûstandinên Soçî yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de, balafirên şer ên Rûsyayê carek din herêma bêçek bombebaran kir.

Piştî çend rojan balafirên Rûsya dîsa herêma bêçek bombe kir
1 cotmeh, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di topbarana hikumeta Şamê li dijî kampeke li herêma Avis a rojhilatê Idlibê de, jineke koçber hatiye kuştin û 5 koçberên din birîndar bûne ji wan 2 zarok, 3 jî jin in.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên Bare ya çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ku tê de nuqteyeke çavdêriyê ya dewleta Tirk heye, bombebaran kir.

SOHR`ê beriya çend kêliyan destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsyayê carek din herêma bêçek bombebaran kiriye. Piştî ku bombebaran di 26`ê meha borî de hatibû rawestandin.

Balafirên Rûsyayê îro bajarokê Ziyare yê Sehil Xab ê gundewarê bakur rojavayê Hemayê bombebaran kir.

(cx)