​​​​​​​Xebata qîrkirina rêya Qamişlo-Amûdê dest pê kir

Di çarçoveya amadekariyên zivistanê de Şaredariya Gel a Qamişloyê duh dest bi qîrkirina rêya Qamişlo-Amûdê kir.

​​​​​​​Xebata qîrkirina rêya Qamişlo-Amûdê dest pê kir
1 cotmeh, 2021   12:13
QAMIŞLO

Qîrkirina rêya Qamişlo-Amûdê beşa di navbera gundên Hîmo û Elî Fero de, di çarçoveya xebatên şaredariyê yên ji bo zivistanê de dest pê kir. Xebata qîrkirinê rê ji aliyê Şîrketa Zagros ve tê meşandin ku Şaredariya Gel a Qamişloyê erkdar kiriye.

Xebatê duh dest pê kir û rêya bi dirêjahiya 7 km û firehiya 6 metreyan were qîrkirin.

Ji çavdêrên projeyê Mihemed Temo diyar kir ku dê di nava hefteyekê de xebatê bi dawî bikin.

ANHA