KOMAW: Dewleta Tirk li Kurdistanê sûcên dijî mirovahiyê pêk tîne

Komîteya Şehîd û Windahiyan (KOMAW) bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

KOMAW: Dewleta Tirk li Kurdistanê sûcên dijî mirovahiyê pêk tîne
1 cotmeh, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Şehîd û Windahiyan (KOMAW) sûcên dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî û di serî de NY`yî kir ku li hemberî van sûcan bêdeng nemînin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “Dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê sûcên dermirovî dike. Li dijî gelê Kurd êrişên qirkirinê pêk tîne û çekên pêşketî bi kar tîne. Her wiha li cografiya Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Li gorî agahiyên ji herêmê tên ji me re, bi taybetî ji herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê di mehekê de 157 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek birîndar bûne.

Wekî Komîteya Şehîd û Windaihyan (KOMAW) em bagtn li gelê Kurdistanê, NY, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî dikin ku li hemberî van kiryarên hov ên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Welatên ku li hemberî van sûcan bêdeng dimînin, heman sûcî pêk tînin.

Em piştgiriya xwe bi gelê xwe û hemû gelên bindest re tînin ziman.”

(cx)