​​​​​​​Gelo Lubnan dê careke din li hikumeta Şamê vegere?

Piştî avakirina hikumeta nû ya Lubnanê, dosyaya têkiliyên di navbera Lubnan û hikumeta Şamê de aloztir bû, nexasim ku serokê hikumetê Necîb Mîqatî ne dûrî Şamê ye, lê belê ji ber têkiliya xwe pê re derbasî siyasetê bû. Gelo dê di rojên pêş de vegera têkiliyên di navbera her du aliyan de çêbe?

​​​​​​​Gelo Lubnan dê careke din li hikumeta Şamê vegere?
1 cotmeh, 2021   09:08
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Serdan û hesabên siyasî qutbûna bi Şamê re şikand û senaryoya vegera li hikumeta Şamê vegerand qeyda têkiliya di navbera her du welatan de.

Ji deriyê rizgarkirinê, têkiliyên Lubnanê bi hikumeta Şamê re ji nû ve di rêya xilasbûnê de dimeşe û diyar e ku dê li çargoşeya yekemîn vegere ku Şam dayika kur û xwişka mezin bû.

Gaza Misirê destpêkirina têkiliyên ber bi hikumeta Şamê ve bû û li wir qeşaya xeyandinê heliya. Şandeyeke lubnanî ku ji cîgirê wezîra berê Zîna Eker, wezîrê darayî Gazî Weznî, wezîrê enerjiyê Rîmon Gecer, gerînendeyê giştî yê ewlehiya giştî lîwa Ebas Îbrahîm, balyozê Lubnanê li Sûriyê Seed Zaxeya bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re civiyan da ku çawaniya kişandina gaza Misirê û enerjiya kehrebeyê ji Misir û Urdunê ber bi Lubnanê ve û ku di xaka Sûriyê re derbas bibe, nîqaş bikin.

Sekreterê giştî yê Meclisa Bilind a Lubnanê – Sûriyê Nesrî Xorî teqez kir ku ji sala 2011`an cara yekemîn şandeyeke Lubnanê serdana wan dike û destnîşan kir ku peymanên berê yên girêdayî kişandina gazê û kehrebeyê ji Misir, Urdinê û bi rêya Sûriyê derbasî Lubnanê bibe, hene lê aliyê misirî dayîna gazê ji Lubnanê re sekinand û ji ber vê yekê jî xebat ji bo jinûve dayîna wê tên kirin.

Serdana şandeya wezeratê ya dawî 10 sal ji qutbûyîna di navbera Beyrût û Şamê de derbas kir û ew yek jî ji bo normalîzekirina bi hikumeta Şamê re û li gorî geşedanên herêmî û navneteweyî yên heyî pêk hat. Di çarçoveya erêkirina Amerîka ji bo jinûve rêya têkiliyan ber bi Şamê ve werin kirin, tê piştrastkirin ku hin guhartinên Koşka Spî bi dosyaya Lubnanê re piştî Jeo Biden hat ser desthilatê hene.

Ne tenê serdana şandeya wezîran, ji çiya peyama pêşwazîkirina hikumeta Şamê hebû. Bi serdana şandeya Durzî ya payebilind ji Şamê û hevdîtina El-Esed re. Şande bi serkêşiya serokê Partiya Demokrasî ya Lubnanê parlamenter Telal Ersilan bû, tê de kesayetên durzî yên payebilind û di serî de Wîyam Wehab, şêx Nasir Edîn El-Xerîb, wezîrê berê Selah El-Xerîb, Tariq El-Dawûd, wezîrên niha û yên berê, zêdetirî 40 aktivîstên şaredarî û fermî tevî şandeya şêxên durzî hebûn. Wan pesna Esed kir û xwestin bibêjin hikumeta wî ya nakok hîna cihê yekbûyûna Lubnan û Sûriyê girtiye.

DI ÇARÇOVEYA HILWEŞANDINÊ DE… SERDEMA XURT BI ESED XURT DIBE

Heger Washington perde ji ser  Sûriyê ranekiriba wê şandeya wezaretê ya Lubnanê serdana Şamê nekiriba. Nexasim ev yek di çarçoveya hêsankirina derbaskirina gaz û kehrebeyê ji Misirê, Urdin û bi rêya Sûriyê ber bi Lubnanê ve pêk hat.

Ji aliyê pêkanîna pêdiviya jiyanê ya girîng, serdema heyî û tîma 8`ê Adarê dixwazin geşedanên berçav pêk bînin da ku rewşê veguherînin aliyê din û têkiliyên di navbera Beyrût û Şamê de di aliyê siyasî de ji nû ve vegerînin.

Ji aliyê Lubnanê ve nexasim serdema serokatiya Mîşêl Ewn bi rêya şandeya xwe ya taybet ji Sûriyê re germahiya têkiliyên dualî, ragihand.

Weke her carê axaftin li ser doza xiristiyanan li rojhilat, sûka rojhilat û rola Sûriyê di aboriya Lubnanê de hatin kirin. Ev yek xwesteka Ewn ji dema ku hatiye erkdarkirin di têkiliyeke hevseng bi Şamê re li gorî cih û belavbûna wê eşkere dike, ji ber dijminê duh hevalê îro ye.

Rast e Ewn û zavayê wî Cibran Basil tu serdaneke fermî ji Şamê re nekirine, lê guhartinên niha di Şamê de li pêş vekirin an jî diyalogeke erebî ye û bi navê "erêkirina rojava ji hikumeta Esed " e û wê jî hişt her du bi cidî têkiliyên xwe yên baş bi rêveberiya Şamê re biparêzin û tevahî karên xwe di merheleya hestiyar a siyasî de bi kar bînin.

Di çarçoveya geşkirina rola xwe di Lubnanê de piştî berfirehbûna serweriya Îranê, dîmen ji ser Şamê ne cuda ye ku niha di rewşeke polarîzasyona erebî, herêmî û naveneteweyî de ye. peyamên Beşar Esed li ser xurtbûna têkiliyên bi hêzên Lubnanê yên nêz eşkere bûn. Lê belê tevî rewşên germ hîna heta vê kêliyên hevdîtin di navbera wezaret û cîgiran de bêyî dîtin di radeya yekemîn de, asê mane.

HIKUMETA MÎQATÎ DERGEHÊ NORMALÎZEKIRINA ŞAMÊ YE

Hîna dosyaya têkiliyên Lubnan û Sûriyê tê nîqaşkirin, her wiha bi avakirina hikumeta nû ya bi serokatiya Necîb Mîqatî re dosya dikeve merheleyek hesiyatir. Ji ber serokwezîrê niha ji Şamê ne dûr e yan jî yekalî ye lê belê karê wî siyaset bû.

Dê çarçoveya têkiliya di navbera hikumetên Mîqatî û Şamê de li gorî tedbîrên hikumetê yên du dozên bingehîn werin diyarkirin; penaber û normîlezekirina têkiliyan li ser asta siyasî. Têkildarî vegera penaberan li welat, serokê Lubnanê ji demeke dirêj ve hewl dide wê çareser bike û dê bibe sernavê hilbijartinên parlamentoyê yên bê ku hevalbendên Şamê amadekariya wan dikin.

Lê têkildarî normîlezekirina têkiliyan bi awayekî fermî bi Şamê re, geşkirina hevpeyvîn û danûstandinên piştî 10 salên ji windabûnê, sekreterê giştî yê Meclisa Bilind a Lubnan-Sûrî Nesir Xorî propogandaya hevtemamiya siyasî kir û ev jî planên Îranê di Lubnanê de tesbît dikin.

Ji wê ne dûr e jî, têkiliyên aborî ku rojekê ji yên siyasî bi dûr neketine, pêk werin. Ev jî dîmena rawestandina erebeyên Lubnanê di demên cuda de li ser sînorê û bilindkirina bacên derbaskirinê dubare dike. hin aborînas û karazan pêşbîn kir ku dibe ku merheleya jinûve avakirina Sûriyê di Lubnanê re derbas bibe û sûdê jê wergire.

Çi dibe bila bibe, ya herî girîng DYA’yê pêşwaziya jinûve vegera têkiliyan bi awayekî yekser an ne yekser kir. Armanc jê jî qutkirina rê li ser Îranê bû ku Lubnanê were rizgarkirin û helwesta wê ya hewldanên şikandina cezayên Amerîkayê yên der barê derçûnkirina petrol were qelskirin a ku bi rêya Hizbullah û keştiyên sotemeniyê ji Lubnanê re dihatin. Ji kesekî ne veşartî ye ku vegera hevpeyvînên li ser asta wezaretan di navbera Beyrût û Şamê de valahiyekê di dîwarê cezayên li ser Şamê hatine ferzkirin çêdike. Bi van rastiyan re divê hinekî li hember encamên derdikevin were sekinandin, nexasim serdana şandeya wezaretê ji havîna Lubanê ya bêyî kehrebeyê germtir bû.

(bx – fr)

ANHA