ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-09-2021
28 îlon, 2021   23:00

- Di êrişên mehekê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê de 5 sivîl hatin qetilkirin û 17 jî hatin birîndarkirin. Her wiha gelek ziyanên madî çêbûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwî? hi?yarî da ku, ger  dewleta Tirk girtina ava çemê Firatê heya meheke din bidomîne, bendav wê raweste. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Sûad Hesen anî ziman ku civata navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan,  şirîkê dewleta Tirk a dagirker e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Xanesorê ya Şengalê diyar kirin serkeftina namzetê PADÊ'ê bersiva herî xurt li hemberî peymana 9'ê Cotmeha 2020'an e  û gotin: "Pêwîstiya Şengalê bi kesên ku dikarin wê ava bikin, heye. Divê em dengê xwe bidin kesên ku dê mafên me misoger bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAVDÊRÎ

-100 rêxstinên mirovî û hiqûqî yên herêmî û navneteweyî yên têkildarî hawirdorê siyasetên dewleta Tirk ên bikaranîna avê wekî çeka siyasî li dijî Sûriyê û Iraqê şermezar kirin û gotin, divê gilînameyeke li dijî dewleta Tirk were rakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Bi nêzîkbûna hilbijartinan re, Erdogan giraniya xwe di nava gel de winda dike. Têkildarî vê parlamenterên AKP’ê daxuyaniyên banga piştevaniyê dan. Di hin daxuyaniyan de hatin gotin, dengdayîna ji Erdogan re ji nimêj, rojî û heciyê girîngtir e.

CIVAK Û JIYAN

- Gerîndeya Ekolojîkê ya Herêma Firatê bang li şêniyan kir ku deverên şînatiyê biparêzin û daran qut nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn diyar kir ku pêla 4`an a koronayê gelek xeternak e û hemû beşên civakê pê dikevin. Ji ber vê yekê divê her kes tedbîran bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê da zanîn ku divê perspektîfên tenduristiyê yên xweparastina ji vîrusa Koronayê were pêkanîn, ji ber ku xweparastinê baştirîn rêbaza pêşîlêgirtina vîrusê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA