Li Dêrazorê mayîn teqiya: 2 zarok mirin, 2 birîndar bûn

Li gundewarê Dêrazorê ji ber teqîna mayînek berê ya çeteyên DAIŞ'ê du zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê mayîn teqiya: 2 zarok mirin, 2 birîndar bûn
28 îlon, 2021   19:50
DÊRAZORÊ

Li derdora gundê Behra yê dikeve rojhilatê Dêrazorê mayînek berê ya çeteyên DAIŞ'ê bi komek zarokan ve teqiya.

Di encamê de zarokê bi navê Şihab El-Hemed (3) û birayê wê Nazil El-Hemed (2) jiyana ji dest da, zaroka bi navê Emel Îsamîl El-Zewab û Meşan El-Hemed birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

ANHA