Şêniyên Dêrazorê: Divê piştevaniya Şaneya Aloziyê were kirin

Şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê da zanîn ku xweparastin baştirîn rêbaza pêşîlêgirtina Koronayê ye û banga pêkanîna perspektîfên tenduristiyê yên xweparastina ji vîrusa Koronayê kirin.

Şêniyên Dêrazorê: Divê piştevaniya Şaneya Aloziyê were kirin
29 îlon, 2021   06:04
DÊRAZOR

Ji ber belavbûna zêde ya pêla 4`an a Koronayê Ii hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şaneya Aloziyê li Dêrazorê di 26`ê Îlonê de biryara qedexeya giştî li hemû herêmên Dêrazorê ragihand. Ji ber derfet kêm in, derzî tune ne, bi taybet ligel girtina dergehên mirovî yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve.

Şêniyan îşaret pê kir ku baştirîn rêbaz ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê pêkanîna biryarên Şaneya Aloziyê ye. Têkildarî vê yekê şêniyê bi navê Silêman Kerhût ê ji Hecînê ya li rojhilatê Dêrazorê da zanîn ku divê şênî ji hev dûr kevin, maskan û lepikan li xwe bikin.

Li aliyekî din jî Ebid El-Xelîfe ku ji şêniyên bajarokê El-Şefa yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ye bang li civaka navneteweyî kir ku dergehên mirovî li pêşiya alîkariyan û kadroyên tenduristiyê vekin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kQOE3TT5L2I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>