Şandeya HDP’ê bi hevserokê YNK’ê re civiya

Şandeya HDP’ê serdana hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî kir û civiyan.

Şandeya HDP’ê bi hevserokê YNK’ê re civiya
28 îlon, 2021   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, li Başûrê Kurdistanê ye.

Şande duh li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û cîgirê serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî kiribûn.

Şandeya HDP’ê îro serdana hevserokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê YNK’ê Bafil Talebanî kir û civiyan.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, di civîna her du aliyan de behsa rewşa Iraq, rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistan û Iraqê û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê hate kirin.

Li gor agahiyan YNK di civînê de bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurd û hevsengiya zêdetir a navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de.