​​​​​​​Li herêmên Rêveberiya Xweser 279 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 279 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li herêmên Rêveberiya Xweser 279 kesên din bi Koronayê ketin
28 îlon, 2021   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêmên rêveberiyê 5 kesên din ji ber vîrusa Koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane; 2 mêr li Qamişlo, jinek ji Dêrazorê û mêrek ji Minbicê ne.

Desteyê ragihand ku 179 kesên din (162 mêr û 117 jin) bi vîrusê ketine. Her wiha got, rewşa 9 pêketiyan baş bûye.

Li gorî desteyê, heta niha 27 hezar û 296 kes bi vîrusê ketine, 908 kesan jiyana xwe ji dest dan û rewşa 2 hezar û 140 kesî jî baş bûne.