Li herêma Firatê qedexeya beşî heta 10 rojan hate ragihandin

Piştî zêdebûna hejmara pêketiyên şewba Koronayê li bajar û bajarokên herêma Firatê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê qedexeya beşî heta 10 rojan ragihand.

Li herêma Firatê qedexeya beşî heta 10 rojan hate ragihandin
28 îlon, 2021   12:36
KOBANÊ

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, qedexe roja pêncşemê (30`ê Îlonê) dest pê dike û heta 10`ê Cotmehê dewam dike.

Di biryarê de wiha hate gotin: “Li gorî raporên desteya Tendursitiyê vîrusa Koronayê (Covid-19) bi lez belav dibe û rojane hejmara pêketiyan zêdetir dibe. Li gorî civîna şaneya aloziyê ya herêma Firatê, ev biryar hatin dayîn:

- Hemû cure kombûn (şahî, konên sersaxiyê, meş, civîn, kongre, hwd) tên qedexekirin.

- Cihên bazirganî û pîşesaziyê ji saet 18:00’ê êvarê heta 06:00`ê sibehê tên girtin.

- Saziyên Rêveberiya Xweser vekirî dimînin, lê belê tedbîrên xweparastinê yên pêwîst tên girtin (dezenfektekirin, mask, mesafe).

- Xebatên perwerdeyê li gel tedbîrên pêwîst, dewam dikin.”

(cx)