Li Gabarê êrişa dewleta Tirk a dagirker têk çû

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Gabarê dest bi êrişeke dagirkeriyê kiriye lê êriş bê encam bi dawî bûye û dewleta Tirk vekişiye.

Li Gabarê êrişa dewleta Tirk a dagirker têk çû
28 îlon, 2021   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de van agahiyan cih girt:

"12'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada Şehîd Bahoz a li herêma Gabarê ya Şirnexê barandin. Piştre jî dest bi operasyoneke berfireh a ji bo dagirkirinê kir. Ev operasyon 16'ê Îlonê bi rengekî bêencam qediya. Artêşa Tirk a dagirker di dema operasyonê de bi bombardûmanê agir bi qadê xist û şewat hîn jî dewam dike.

27'ê Îlonê saet di navbera saet 22:30-00:00 de li ser xeta Qeşûra ya herêma Metînayê helîkopter geriyan. Li nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê jî derdora gundên Dêşîşê, Serarû û qadên Koordîne û Qela Qûmriyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Heman rojê saet di navbera 11:10-14:00 de gundê Şêlazê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisar li mal, bax û baxçeyên xelkê me yê sivîl bû.

27'ê Îlonê saet di navbera 22:50-00:30'î de li herêma Avaşînê li qadên Girê Sor, Girê Spî, Mervanos, Tabûra Ereban û Banistanê helîkopter geriyan. Heman demê qadên Geliyê Basya û Girê Şehîd Întîkam jî bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

27'ê Îlonê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê qada Şamkê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

27'ê Îlonê saet di navbera 19:20-19:30'î de gundê Girê yê nehiya Çemanke ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê bi helîkopterên şer hate bombekirin."