​​​​​​​Hişyariyên li ser xetereya berdewamkirina qutkirina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve

Beşdarên ku beşa dawîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê bi rê ve dibin, li ser pêşeroja herêmê ji ber qutkirina ava çemên Firat û Dîcle û ji ber guhertinên avhewayê yên dawîn metirsiyên xwe anîn ziman.

​​​​​​​Hişyariyên li ser xetereya berdewamkirina qutkirina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve
28 îlon, 2021   12:28
HESEKÊ

Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê dewam dike. Di komxebatê de zêdetirî 300 delegeyên ji nûnerên saziyên civaka sivîl, saziyên mirovî yên navneteweyî ku li herêmê kar dikin, rêxistin û platformên hiqûqî û yên têkildarî hawîrdorê û şandeyên Rêveberiya Xweser beşdar bûne.

Beşa 5`an ku ya dawîn e, bi analîza karesatên muhtemel ên ji ber xirabûna rewşa avê, dest pê kir.

Ev beş ji aliyê van kesayetan ve tê birêvebirin; mamosteyê erdnîgariyê yê Zanîngeha Rojava Heval Fatimî, endezyar Azad Elî, pisporê jeolojiyê û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Jozêf Lehdo û endamê Meclisa Rêveberiya ya Komeleya Awisturyayê ya Lêkolînên Kurdî Thomas Schmidinger.

Bikaranîna avê bi rêbazên alternatîf û bandora wê li ewlehiya avê, rewşa jêderên sereke yên avê û bandora kêmbûna avê û xetereyên wê, her wiha derfet û çareseriyên ji bo pêkanîna ewlehiya avê hatin nîqaşkirin.

Axêveran destnîşan kir ku bikaranîna avê bi rêbazên nezanistî wekî kolandina bîran bi awayekî bêserûber û rêbazên neteknîk, yan jî bi rêya avdana erdên çandiniyê bi rêya kanalên avê, derfetên sûdgirtina ji avê di demên pêwîstiyê de kêm dike, bandorê li hawîrdorê dike û para herêmê ji avê kêm dike.

Her wiha bal kişandin ser kêmbûna rêjeya çemên sereke yên herêmê wekî Firat û Dîcle û kêmbûna ava binerd ku dewleta Tirk bi zanabûn ava wan çeman li ser herêmê qut dike.

Hate diyarkirin ku jêderên sereke yên avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî bendav û çeman, têra 15 milyon kesî dikir, lê belê bi demê re ji ber kêmbûna hatina avê ji jêderên wê, av kêm bû, avhewa hate guhertin û baran kêm bariya. Her wiha ava çeman û ava binerd bi rêbazên şaş tê bikaranîn.

Axêveran got li herêmê qutkirina avê dewam dike û avhewa tê guhertin û diyar kir ku heke rewş wiha dewam bike dê xela çêbe.

Hate gotin ku kêmbûna avê dê bibe sedemek ji sedemên koçberiyê ber bi herêmên din ve ku av û xwarin lê zêdetir e û dê Rêveberiya Xweser bi astengiyên mezin re bihêle ku dê pêşketina tecrubeya wê ya siyasî di rêvebirina herêmê de asteng bike.

Her wiha gelek pêşniyar hatin kirin, wekî  bikaranîna rast a avê û bi taybetî ava vexwarinê û avdanê. Danîna projeyên mayînde li ser çemên Firat û Dîcle ji bo depokirina miqdara pêwîst ji avê û kolandina biran.

Beşdaran diyar kir ku divê zext li dewleta Tirk bê kirin ku herikîna avê bi rêya çeman asteng dike. Her wiha gotin divê ji bo rewşa avhewayê bi giştî çareserî bên dîtin û zext li civaka navneteweyî bê kirin ku di vê derbarê de bikeve nava tevgerê.

Di dawiyê de hate teqezkirin ku çareseriya herî guncaw ji aloziyên avê û şerê heyî re, pêwîst dike ku di çareserkirina pirsgirêkê de guhertin bê kirin, her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka avhewaya cîhanê divê gavên mezin bên avêtin.

Tê payîn ku komxebat bi encam û pêşniyarên girîng ên der barê rewşa avê de û çareseriyan bi dawî bibe.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rNvarwFK8Y8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>