​​​​​​​Rêwîtiyên hewayî yên di navbera Urdin û Sûriyê de 3’yê Cotmehê dest pê dikin

Ajansa Emûn a Urdinê ragihand ku rêwîtiyên hewayî yên di navbera Sûriyê û Urdunê de dê di 3`yê Cotmehê de dest pê bikin.

​​​​​​​Rêwîtiyên hewayî yên di navbera Urdin û Sûriyê de 3’yê Cotmehê dest pê dikin
28 îlon, 2021   11:55
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyên wezaretên karên derve yên Urdin û Sûriyê de hat ragihandin ku Urdin dê rêwîtiyên hewayî ber bi Sûriyê ve di 3’yê Cotmehê de dest pê bike.

Li gorî daxuyaniya ku ajansa Emûn weşandiye, rewşa şîrketa Urdun-Sûriye ya veguhastinê hat nîqaşkirin da ku çareserî ji pirsgirêkan re bê dîtin. Her wiha rêbazên hêsankirina tevgera bazirganiyê, veguhastina kel û pelan û rêwîtiyan di navbera her du welatan de, hatin nîqaşkirin.

(şx)