​​​​​​​Beşdarên Komxebata Navneteweyî ya avê: Qutkirina avê sûcekî navneteweyî ye

Pirsporên karûbarên jîngehê di beşa 4`an a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê avê qut dike ev jî dibe sedem ku ji ber guherîna kîşwerê, jiyan were binpêkirin.

​​​​​​​Beşdarên Komxebata Navneteweyî ya avê: Qutkirina avê sûcekî navneteweyî ye
28 îlon, 2021   11:05
HESEKÊ

Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya duyemîn de berdewam e.

Koordînasyona xebata tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Neha Ching, pisporê beotenknolojiyê Dr.Mistefa Elem Horo, endazyarê jîngehê yê sererastkirina çeman Arcan Îbo û pisporê beoteknolojiya tenduristiyê Heyder Seyfî beşdarî beşa 4`an a komxebatê bûn.

Axêverên komxebatê bal kişandin ser guhertinên kîşwerê (hewayê), bandorên wê yên li ser ewlehiya avê û ewlehiya xwarinê ya li herêmê û kêmbûna ava çemên di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibin.

Her wiha gotin, ev guhertin û bikaranîna avê di siyasetê de binpêkirina mafê jiyanê ye û ev yek li ser mirovahiyê bi giştî xeteriyeke rasteqîn e. Ji ber ku dewleta Tirk bi zanabûn ava çeman qut dike. Kêmbarîna baranê jî vê rageşiyê dijwartir dike. 

Beşdaran projeya “Gab” a dewleta Tirk destnîşan kir ku li gorî wê dê 19 bendav li ser çemên Firat û Dîcleyê were avakirin û diyar kir ku vê projeyê derfetên kar ên 5 hezar şêniyên kurd bi dawî kirin, hegemoya mêtînger a dewleta Tirk a li ser van herêman zêde dike. Her wiha zêdetirî 4 hezar gund vala kir û bi milyonan kes da koçberkirin ku piraniya wan ji Kurdistanê bûn.

Beşdaran îşaret bi armancên siyasî yên dewleta Tirk ên ji avakirina van bendavan kir û got:" Dewleta Tirk dixwaze van bendavan li dijî sûriyan û iraqiyan bi kar bîne. Ji bo wê jî lihevkirinên navneteweyî bin pê dike. Ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê li dijî Iraqê jî avê wekî çekekê bi kar tîne da ku armancên xwe yên siyasî, aborî û civakî pêk bîne.

Beşdaran daxuyand ku dewleta Tirk bi rêya qutkirina avê armanc dike şêniyan bide koçberkirin, ji ber ku çemên Firat û Dîcleyê ji bo şêniyên herêmê gelek girîng in, ji ber wê yekê wê wekî kaxizekê li dijî herêmên Kurdan di diyalogên xwe yên bi Sûriyê û Iraqê re, bi kar tîne.

Beşdaran da zanîn ku qutkirina ava çemê Firatê dijminahiya herî mezin e ku li dijî sûrî, iraqî û welatên cîran bi kar tîne û qutkirna avê wekî sûcekî navneteweyî bi nav kirin.

Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rûniştina xwe ya 5`an de berdewam e.

(şx)

ANHA