Li herêmên "bêçek" şer

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk, li eniyên şer ên çiyayê El-Zawiyê û Sehil El-Xab li gundewarên Idlib û Hemayê bi hev ketin.

Li herêmên "bêçek" şer
28 îlon, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên li çiyayê El-Zawiyê ya gundewarê başûrê Idlibê û li Sehil El-Xab li bakurê rojavayê gundewarê Hemayê, bi hev ketin.

Di heman çarçoveyê de, çeteyên El-Fetih El-Mûbîn bi moşekan êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê, li bajarokê Urm El-Kubra ya li gundewarê rojavayê Helebê, kirin armanc.

SOHR'ê diyar kir ku di êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li ser gundên Mjdilye û San a gundewarê başûrê Idlibê de, gelek sivîl di nav de zarok jî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê her wiha gundê Kefir Nûran li gundewarê rojavayê Idlibê kirin armanc, di encamê de 5 kes birîndar bûn.

(dx)