'Tundî û nîjadperestiya li dijî penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê zêdetir dibe'

Lêkolînerê sûrî Ehmed Durzî diyar kir ku penaberên Sûriyê bûne amûreke şerê herêmî û her aliyek wan ji bo destkeftiyên xwe yên siyasî bi kar tîne. Durzî got dibe ku nîjadperestiya li dijî penaberan zêdetir jî bibe.

'Tundî û nîjadperestiya li dijî penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê zêdetir dibe'
28 îlon, 2021   06:57
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞEYMA ELÎ

Piştî ku dewleta Tirk penaberên Sûriyê hewandin û piştre wek amûreke zextê bi kar anîn, kîn û nîjadperestiya li hemberî sûriyan ji aliyê hikumet û Tirkan ve zêdetir bû. Bûyerên tundiyê yên beriya mehekê li navçeya Altindag a Enqereyê mînaka herî berbiçav a wê yekê bûn. Li aliyekî din, Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê vê dawiyê daxuyanî dan û fermana hilweşandina malên penaberên Sûriyê yên li Altindagê da.

MALÊN PENABERÊN JI SÛRIYÊ HILDIWEŞÎNIN

Di biryara Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê de tê gotin divê malên penaberên Sûriyê yên li taxa Altindag werin hilweşandin, ku di 11`ê Tebaxê de li wê taxê piştî kuştina ciwanekî Tirk di pevçûna li gel hin ciwanên Sûriyê de, bûyerên tundiyê li dijî welatiyên Sûriyê pêk hatibûn.

Bi sedan Tirkên li wê taxê sloganên li dijî penaberan berz kirin, dikanên wan xirab kirin û kevir avêtin malên wan. Di encamê de gelek penaber birîndar bûn. Ev xwepêşandan û bûyerên tundiyê li dijî sûriyan li taxên din ên Enqereyê jî pêk hatin.

Wezaretê îdia kir ku malên penaberên sûrî tê de bi cih bûne, bê ruxset in û ne qanûnî ne, her wiha xebatên berfirehkirina rêyan li bajêr asteng dikin.

'JI BER KU SÛRÎ YE, CÎRANÊN WÊ DESTDIRÊJÎ LÊ KIR’

Xîtaba nîjadperest a li dijî penaberên sûrî yên li Tirkiyê, her wiha destdirêjiya li sûriyan, vê dawiyê zêdetir bûn.

Penabera sûrî ya bi navê Fatima Zehra Şon ya li Stenbolê bi cih bûye, ji ajansa Associated Press re got “ji ber ku sûrî ye” cîranên wê yên Tirk destdirêjî li wê û kurê wê kir.

Fatima (32) ji bajarê Helebê ye, di 1`ê Îlonê de di navbera wê û jineke Tirk de pevçûn derdikeve û ew bûyer rû dide.

NÎJADPERESTÎ ZÊDE DIBE… TUNDIYA DEVKÎ Û FÎZÎKÎ

Fatima Zehra dibêje mêrek ji mala wê jina Tirk derketiye û gefa kuştina Fatima û malbata wê xwariye. Fatima diyar kir ku li kurê wê Omro (10) jî dane. Fatima dibêje sedema wê dijminahiyê bê guman nîjadperestî ye.

Têkildarî îdiayên Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê ku gotibû malên penaberên sûrî ne qanûnî ne û ji ber wê ew ê hilweşînin, lêkolînerê sûrî Ehmed Durzî got: “Mijara penaberên sûrî yên li Tirkiyê bandorê li gelek aliyan dike. Hilweşandina malên sûriyan ji aliyê hikumetê ve ji bo zexta li ser welatiyên Sûriyê yên li wan herêman û ji bo armancên cuda ye.

‘BIRYAREKE SIYASÎ YE’

Rejîma Tirk penaberên sûrî wek amûreke şantaja li dijî welatên rojavayî bi kar tîne, bi taybetî di dan û standinên têkildarî tevlêbûna Yekitiya Ewropayê (YE), dozên nakok ên têkildarî diyarkirina sînorên deryayî û doza şerê li ser gazê de.

Durzî der barê biryarê de wiha got: “Mijar siyasî ye û têkiliya wê bi qanûnê re nîn e. Ew girêdayî şerê hêzên siyasî li Tirkiyê ye, yê têkildarî çawaniya dan û standina bi penaberên Sûriyê re. Der barê doza penaberan de, du aliyên nakok hene. Aliyê yekemîn AKP ya bi serokatiya Erdogan ku dixwaze bikaranîna wan penaberan dewam bike. Çi bi rêya dayîna nasnameyan, yan jî bikaranîna wan li dijî YE`yê da ku destkeftiyan pêk bîne yan jî zextê li hikumeta Şamê bike. Ji ber rewşa xirab a aborî li Tirkiyê sala 2018`an bertekên tund li dijî penaberên sûrî hate nîşandan. Di havîna piştî wê de hemleyeke derxistinê ya neqanûnî pêk hat.

Aliyê din jî vî tiştî naxwaze û helwesteke xirab li hemberî penaberan negirtiye. Lê belê veguhertinên aborî li Tirkiyê û daketina nirxê lîreyê Tirk li hemberî dolar, hişt ku rêjeya bêkariyê zêde bibe û penaberên sûriyê ji wê yekê berpirsyar hatin nîşandan. Nexasim ku ew penaber bi heqdestên kêm li Tirkiyê kar dikin."

Durzî, kişandina kaxiza penaberan ji Erdogan ku li gorî planên xwe pêk tîne, dûr dibîne û wiha dibêje: “Ya rast, nabe vê kaxizê niha ji Erdogan vekişînin. Ji ber ku ji bo Erdogan pir girîng e û dev jê bernade. Tiştên ku dikare bike, dikare hêrsa li hemberî penaberan li Tirkiyê kêm bike. Dikare di navbera mijara neteweyî û mijara olî de hevsengiyekê çêke da ku hemû aliyan komî ser hev bike. Ji ber ku ew naxwaze di hilbijartinên serokatiyê bi bin bikeve.”

‘ÇARENÛSEKE TALOQKIRÎ’

Derbarê derfeta çareserkirina rewşa penaberên Sûriyê li Tirkiye de Durzî wiha got: "Di vê pêvajoyê de doza penaberên Sûriyê nayê çareserkirin. Ji ber ku rewş tê xwestin ku heta 2023`an li hêviyê bimîne û li hêviya hilbijartinên serokatî Ii ser asta Tirkiyê bimîne. Di wê demê de em dikarin çarenûsa koçberên Sûriyê diyar bikin  ku bi ku derê ve biçin? Gelo dê li Tirkiyê bimînin yan jî dê li gorî çareseriya siyasî li ser asta herêmê vegerin Sûriyê?"

Girêdayî vebijêrkên li pêşiya penaberên Sûriyê da ku ji nîjadperestiyê û tundiyê li Tirkiyê rizgar bibin Durzî ev tişt anî ziman: "Vebijêrk sînordar in. Li gel binesaziyeke hilweşandî, cezeyan û li gel nebaşbûna rêveberiya hundirîn penaber nikarin vegerin Sûriyê. Ev hemû derfetê nade wan kesan ku destkeftiyên hindin li Tirkiyê û ne destkeftiyên li hemû herêmên Sûriyê bidin ber hev. Doz bigirêke û zehmetiyên jiyanê bandor li her kesî kirine."  

‘TIŞTA TÊ XIRABTIR E’

Lêkolînerê sûrî Ehmed Durzî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Penaber li hêviya derfetê ne ku karibin ber bi Ewropayê ve biçin. Heta niha mirov nikare  pişta xwe bide tu vebijêrkan. Ji ber ku penaber wekî kaxiz di nakokiyên herêmî û navneteweyî de tên bikaranîn û ji aliyê hin aliyan ve tê keysbazkirin da ku berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bînin.  Penaber berdêla yekemîn di şer de weke tevahî gelê Sûriyê ne û dibe ku ew ên ku zêdetir berdêl dide, tişta tê ji wan re xirabtire."

(cx-bx)

ANHA