Li herêmên dagirkirî di teqînan de 15 kes birîndar bûn

Li bajarê Cerablusê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, 2 teqîn li pey hev pêk hatin.

Li herêmên dagirkirî di teqînan de 15 kes birîndar bûn
28 îlon, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di encama teqînên li bajarê Cerablusê yê gundewarê rojhilatê Helebê rû dane de, 15 kes birîndar bûne.

Nûçegihanê me li gorî çavkaniyên herêmî ragihand ku her du teqîn li nêzî Meclisa Herêmî ya Bajarê Cerablusê rû daye.

(cx)

ANHA