​​​​​​​Li Kobanê merasîma sersaxiya malbata şehîd Ebdullah Hemo pêk hat

Îro şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Ebdullah Hemo ku di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbû.

​​​​​​​Li Kobanê merasîma sersaxiya malbata şehîd Ebdullah Hemo pêk hat
28 îlon, 2021   11:49
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Kobanê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl berê xwe da gundê Aşmê yê başûrê Kobanê da ku sersaxiyê bidin malbata şehîd Ebdullah Hemo.

Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd Hemo hatibû vedan û bi wêneyên wî hatibû xemilandin.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Gêlo Elî wiha axivî: “Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên tevgera rizgariyê ditewînin. Gundê Aşmê gelek şehîd dan. Şehîd Canfeda ji bo azadiya gelê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û heta kêliya dawî li ber xwe da û gihaşt asta şehadete.”

Gêlo bi bomdarî got: “Zarokên me yên berê xwe didin çiyayên azad, gihaştin wê baweriyê ku rêya rast li wir e, dewleta Tirk çi bike jî dê zarokên me li hemberî wê li ber xwe bidin.”

Gêlo diyar kir ku îxaneta herî mezin ew e ku yên dibêjin em mafên gelê Kurd diparêzin, lê belê li kêleka dijmin disekinin û şerê gelê xwe dikin.

Piştre birayê şehîd Ebdullah Hemo, Elî Hemo axivî û destnîşan kir ku şehîd Canfeda şehîdê tevahî gelê Kurd e û divê ew rêya wî bişopînin.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Ebdullah Hemo (Canfeda) di 13`ê Tebaxa borî de li Garê gihaşt şehadetê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/35GhVdsXLcI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>