Siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê rastî gef û êrişan tên

Endamê Komîteya Dîplomasî ya KNK`ê Yûnis Behram li Almanyayê ji aliyê Îslamiyên tundraw ve bi rêya nameyan gef lê hate xwarin û piştre rastî êrişa bombeyi hat. Li gorî Behram, di nameya dawî de jê re wiha hatibû gotin, 'Em te kafir dihesibînin û ji bo em te hedef negirin divê tu li mizgeftê lêborînê ji Îslamê bixwaze.'

Siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê rastî gef û êrişan tên
28 îlon, 2021   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎMA BIROKÊ

Li bajarê Dresden yê Almanyayê Endamê Komîteya Dîplomasî ya Kongreya Neteweyiya Kurdistanê (KNK) û Serokê Foruma Almanî-Kurdî (DKF) Yûnis Behram, bi rêya nameyan gef lê hatibû xwarin û piştre rastî êrişê hatibû.

Girêdayî mijarê, Yûnis Behram ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew beriya salekê bi rêya 3 nameyan di dîrokên cuda de gef lê hatiye xwarin.

`JI BO EM TE HEDEF NEGIRIN DIVÊ TU LI MIZGEFTÊ LÊBORÎN JI ÎSLAMÊ BIXWAZE`

Yûnis Behram destnîşan kir ku di nameya duyemîn de gotinên kirêt jê re hatibûn nivîsîn û hatibû gotin ku ew dikarin wî tune bikin. Her wiha gef lê hatibû xwarin ku ew sînorê xwe derbas dike û heke bi îsrar bimîne dê rastî êrişê bê.

Yûnis Behram, daxuyand ku di nameya 3`yan de gotinên tund hatibûn bikaranîn, her wiha tê de ayetên Quranê nivîsî bûn û eşkere bi navê tevgera Îslamî bû û wiha dewam kir: “Di nameyê de hatibû nivîsîn ku hûn di ragihandina Alman de li dijî Îslamiyan diaxivin û em te weke kafir hesab dikin. Heke tu bixwaze em te hedefne girin biçe mizgeftekê lêborîna xwe ji Îslamê û gel bixwaze.”

 

li gorî Yûnis Behram, di dewama nameya de wiha jê re gotibûn: “Heke te lîborîna xwe nexwest, şêwazê qetilkirina xwe hilbijêre; yan serjêkirin an jî şewitandin.” Berham piştre wê nameyê radestî polîsan dike.

ÊRIŞA BI BOMBEYA (MOLOTOV)

Piştî gefên bi nameyan, roja 25`ê Îlonê di seatên şevê de mala Yûnis Behram rastî êrişeke bi bombeya Molotovê tê û di encamê de ziyanên madî çêdibin.

Li ser bûyerê Behram wiha got: “Ez û malbat xwe li ser dengekî bi hêz şiyar bûn. Diyar bû ku hin kes bi şûşeyên tijî sotemenî êrişî mala min kirin. Wê demê tîmên agirkujiyê destwerdan kir.”

Yûnis Behram destnîşan kir ku polîsên Almanyayê bûyerê lêkolîn dikin û lêpirsîn vekirin lê belê negihaştin tu encamê.

`SEDEMA HEDEFGIRTINÊ, XEBATÊN ME YÊN SIYASÎN NE `

Yûnis Behram sedema gef û êrişên li dijî wî, wiha vedibêje: “Her çalakvanekî Kurd an kesayeteke ku ji bo doza kurdî kar dike, rastî êrişan tê.”

Yûnis Behram da zanîn ku di vê demê de nexşeya siyasî ya doza gelê Kurd bi pêş dikeve li hemberî wê dijmin hesabên cidî dike, bi vî rêbazî dixwazin rêya bidestxistina azadiya gelê Kurd asteng bikin û wiha dewam kir: “Ev gef ne li ser kesayeta min bi tenê ye, ev gef li dijî Kurdan e. Dixwazin çira kurdî biçirisînin, bila qet nefikirina ku mirovek ji zaroktiya xwe ve xebatê di tevgera kurdî dike karibe dev ji rêya xwe berde.”

Hêjayî gotin ye Yûnis Behram wekî Serokê Foruma Almanî-Kurdî (DKF) di 3`ê Nîsanê de ji bo pêşxistina diyalogê di navbera hikumeta Alman û Rêveberiya Xweser de serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pAfjQDC9RKg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>