​​​​​​​Li rojavayê Kobanê welatiyek bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bû

Leşkerên Tirk duh li rojavayê Kobanê gule li cotkarekî berand. Di encamê de cotkar birîndar bû û niha di nexweşxaneyê de tê dermankirin.

​​​​​​​Li rojavayê Kobanê welatiyek bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bû
28 îlon, 2021   08:18
KOBANÊ

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Şêxo (55) ji gundê Siftik ê rojavayê Kobanê, dema li nav zeviyê xwe kar dikir ku li nêzî mala wî ya li nêzî sînor e, leşkerên Tirk ji baregehekê li ser sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de gule lê berandin.

Di encamê de Şêxo birîndar dibe û hema yekser ji nexweşxaneyê re tê rakirin. Kadroya tenduristiyê gule ji bedena Şêxo derdixtin. Şêxo niha li nexweşxaneyê ye ta ku rewşa wî baş dibe.

Mihemed Ehmed Şêxo ji ajansa me re derbarê bûyerê de axivî û got: “Ev ne cara yekemîn e ku leşkerên Tirk me dikin hedef. Ew dixwazin me bitirsînin. Ji ber wê rojane me tengav dikin. Lê me planên wê fêm kirine.”

Şêxo wiha domand: “Min baxçeya xwe av dida. Lê xuyaye leşkerên Tirk xwe li hemberî min ranegirtin ji ber wê gule avêtin min.”

Di demên dawîn de dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmê di nav de Kobanê û gundewarê wê zêde kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OAEQmxAN0SU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>