SOHR: Balafirên nenas nuqteyên Îranê li Dêrazorê hedef girtin

SOHR`ê ragihand ku balafirên nenas du nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li nêzî bajarê El-Bokemal û yek li nêzî bajarokê El-Meyadîn li ser sînorên Sûriye-Iraqê hedef girtin.

SOHR: Balafirên nenas nuqteyên Îranê li Dêrazorê hedef girtin
28 îlon, 2021   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku duh êvarê di encama bombebarana balafireke nenas li ser sînorê Sûriye-Iraqê li nêzî El-Bokemal de, dengên teqînan hatiye bihîstin.

Ev yek hemwextî bombebarana bajarê El-Meyadîn pêk hat.  Li herêma El-Mezarê li nêzî bajarê El-Meyadîn yê gundewarê Dêrezorê di encama bombebarana balafireke nenas li dijî nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li rojavayê Firatê, dengê teqînên bi hêz hatibû bihîstin.

(dx)