​​​​​​​Baregeha dewleta Tirk a li Beşîka hate topbarankirin

Hate ragihandin ku baregeha Tirkiyê ya li Beşîka bi 5 topan hedef hate girtin.

​​​​​​​Baregeha dewleta Tirk a li Beşîka hate topbarankirin
24 îlon, 2021   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên Başûrê Kurdistanê,  5 top li nêzî baregeha dewleta Tirk a li bajaroka Zêlkanî ya ser bi Başîka ve ketin.

Tê gotin ku ji ber topbaranê tiştek bi kesekê nehatiye.

Heta niha nayê zanîn ji aliyê kê ve top hatine avêtin.