Şandeyeke Başûrê Afrîkayê bi serdaneke fermî gihîşt herêmê

Cara yekemîn e şandeyek ji Başûrê Afrîkayê gihîşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di serdanê de rewşa ewlehiyê li herêmê û beşdariya Rêveberiya Xweser di xebatên siyasî de hatin nîqaşkirin.

Şandeyeke Başûrê Afrîkayê bi serdaneke fermî gihîşt herêmê
23 îlon, 2021   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ji Başûrê Afrîkayê bi serokatiya balyozê li Sûriyê û Lubnanê Barry Gilder û rêvebera Nivîsgeha UNICEF`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Natasha Stogozuka pêk hat. Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirên hevserokatiya Daîreyê Fener El-Giêt û Ebîr Êliya li navenda Daîreya Têkiliyên Derve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtina herdu aliyan de gelek doz û mijarên siyasî, aborî, rewşa Sûriyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Ebdulkerîm Omer derbarê hevdîtinê de wiha got: “Şêniyên herêmê ji destpêka aloziyê ve rastî êriş û hemû rengên terorê hatin. Diviyabû valahiya ewlehiyê bê dagirtin û têkoşîna li dijî terorê bê kirin. Rêveberiyê bi derfetên xwe yên kêm karîbû aştiyê û îstiqrarê ji hemû pêkhateyên li herêmê re peyda bike .”

Omer teqez kir ku Rêveberiya Xweser gefê li yekitiya Sûriyê û aramiya welatên cîran naxwe û ew ji bo avakirina Sûriya nû ya demokratîk û nenavendî ya ji bo hemû pêkhateyan, modela çareseriyê ye.

Di hevdîtinê de rewşa ewlehiyê piştî tunekirina DAIŞ`ê, beşdarbûna Rêveberiya Xweser di xebatên siyasî de, rêbazên çareseriya siyasî li Sûriyê, girîngiya zêdekirina hewldanên civaka navneteweyî di hemû aliyên siyasî, aborî,ewlehî û mirovî de ji bo mayîndekirina aştî û îstiqrraê li herêmê, hatin nîqaşkirin.

Her wiha behsa astengiyên li pêş Rêveberiya Xweser wekî hebûna bi dehan şaneyên çeteyên DAIŞ`ê, rewşa tenduristî li gel belavbûna Koronayê, bandora vîrusê li herêmê, bandora girtina dergehê Til Koçer, hate kirin.

Li kêleka wê rewşa mirovî li kampan bi taybetî kampê Holê û Roj û çawaniya vegerandina welatiyên ji Başûrê Afrîkayê ji welatên wan re, bû mijara nîqaşê.

(cx)