Li rojhilatê Dêrazorê û rêya Ebû Herdûb-Baxozê xebatên dezenfketkirinê

Meclisên Şaredariyan û meclisên herêmî yên gundewarê rojhilatê Dêrazorê dest bi dezenfktekirin cihên giştî û rêya di navbera gundê Ebû Herdûb û Baxozê de kir.

Li rojhilatê Dêrazorê û rêya Ebû Herdûb-Baxozê xebatên dezenfketkirinê
23 îlon, 2021   13:03
DÊRAZOR

Meclisên Şaredariyan û meclisa herêmî li ser banga Meclisa Sivîl a Dêrazorê hemwextî qedexeya gistî ya li herêma rojhilatê Dêrazorê, di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê de, dest bi xebatên dezenfktekirinê kir.

Tê payîn ku xebatên dezenfktekirinê heta roja înê bidomin da ku tevahî herêmên gundewarên rojhilatê Dêrazorê heta Baxozê bigire nava xwe.

Tevahî şaredariyên gundewarên rojhilat bi alîkariya kadroyên pispor ji her şaredariyekê û erebeyên parastina sivîlan, her wiha dê sehrîcên veguhestina avê beşdarî  xebatên dezenfktekirinê bibin.

Ev xebat dê li rêya giştî, deverên ku şênî lê kom dibin, qadên giştî, sûk, meclis û saziyên Rêveberiya xweser pêk werin.

Hêjayî gotinê ye ku meclisa herêma rojhilatê Dêrazorê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl roja sêşemê biryara qedexeya giştî li tevahî herêma Firatê û rojhilatê Dêrazorê heta 10 rojan, ferz kiribû.

(dm)

ANHA