Li çolistana Sûriyê 9 endamên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin

Li çolistana Sûriyê mayînek ji bermahiyên çetêyên DAIŞ'ê teqiya, di encamê de endamekî Dîfa El-Wetenî û 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û hejmareke çekdarên komên alîgirên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li çolistana Sûriyê 9 endamên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin
23 îlon, 2021   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama teqîna mayîneke ji bermahiyên DAIŞ'ê li çolistana Sexnê ya rojhilatê Humsê de, 2 leşkerên hikumeta Şamê, endamekî Dîfa El-Wetenî hatin kuştin û 6 endamên komên alîgirên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li gorî SOHR`ê, ji 24'ê Adara 2019'an û vir ve di encama teqînên li çolistana Sûriyê de hezar û 558 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê, her wiha hezar û 50 çeteyên DAIŞ' ê hatine kuştin.

(eh)