QSD'ê bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk li dijî gundê Dibis eşkere kir

Navenda ragihandinê ya QSD'ê encama êrişên dewleta Tirk a li dijî gundê Dibis eşkere kir. Di encama êrişê de sivîlek şehîd bû û 5 kes jî birîndar bûn. Hêzên QSD'ê hewldanên artêşa Tirk a dagirkirina gundê Dibis têk bir.

QSD'ê bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk li dijî gundê Dibis eşkere kir
23 îlon, 2021   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh êrişeke dagirkirinê li dijî gundê Dibis yê bakur rojavayê Eyn Îsa pêk anî.

Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bersiva êrişê dan û hewldana dagirkirina gund têk bir. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê zirarên êrişê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:" Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 22'yê Îlonê de di saet 3:45'an de êrişî gundê Dibis yê bakur rojavayî Eyn Îsa kir û hewl da ku gund dagir bike û rêya M4 ya navnetewyî têxe bin kontrola xwe.

Hêzên me bersiv da êrişan û hewldanên dagirkirina gund têk bir. Her wiha di encama bersivdana hêzên de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn."

Têkildarî hedefgirtina sivîlan, navenda Çapmeniyê di daxuyaniya xwe de wiha domand:Di encama êrişA dagirkeriya Tirk a li dijî herêmê de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) şehîd bû û sivîlên bi navê Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed(83), Mehmûd El-Fesîh (19), Yusif Mihemed Hec Hemadî (25) û Terfe Mirî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê bal kişand ser agahiyên şaş, xapandina raya giştî û xwe wekî parêzvan nîşandayîna dewleta Tirk û wiha got: " Dagirkeriya Tirk piştî êrişê bi rêya malperên xwe yên fermî yên medyaya dîjîtal nûçeyên derew belav kirin û hew da ku raya giştî bixapîne û xwe wekî parêzvan nîşan bide. Dewleta Tirk îdîayên derew belav dike, wekî ku şervanên me ew êriş pêk anîne, lê ew nikare bi derewan rastiya sûcên xwe veşêre.

(dm)