Yekîneyên taybet ên QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê li Hesekê girt

Yekîneyên Taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) serçeteyekî şaneyên DAIŞ'ê ku beşdarî plankirina operasyonên terorî li bajarê Hesekê, gundewarê wê û Dêrezorê dibû, girt.

Yekîneyên taybet ên QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê li Hesekê girt
23 îlon, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî navenda ragihandinê ya QSD`ê, yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk duh bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî, li nava bajarê Hesekê operasyoneke ewlekariyê, pêk anî.

Navenda ragihandinê diyar kir ku di dema operasyonê de yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk serçeteyekî şaneyên DAIŞ'ê ku beşdarî qaçaxçitiya çekan û veşartina çeteyên DAIŞ`ê dibû, her wiha beşdarî operasyonên terorî li hundirê bajêr Hesekê, gundewarê wê û Dêrezorê dibû, girtin.

Navenda ragihandinê piştrast kir ku ev operasyon di çarçoveya hewldanên domdar ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên şerê li dijî terorê û şaneyên DAIŞ'ê de, hatiye lidarxistin.

(dx)